Parêzerê sefaretxaneya Elman a li Enqerê hate destgîrkirin

Yek ji parêzerên li Sefaretxaneya Elman a li Enqerê bi sûcê ‘sîxûriyê’ hate destgîrkirin. Li pêşiya Enqere-Berlînê kîzek nû xwe dide der.

Li gorî nûçeya li ser malpera înternetê ya kovara Der Spîegelê, yek ji parêzerên ku karê Sefaretxaneya Elmanya ya li Enqerê birêve dibir, ji aliye polîsên Tirk ve hate destgîrkirin. Yekîneyên darazê yên Tirk parêzerê ku bi sûcê ‘sîxûriyê’ sûcdar dikin ji aliye sefaretxaenyê ve têkildarî welatiyên Tirk ên ji bo rûniştinê serî li Elmanyayê didin agahî berhevkirinê peywirdar e.

Parêzerê ku li Enqerê hate destgîrkirin û navê wî nehate eşkerekirin, hate diyarkirin ku têkildarî kesên ji bo penaberiya siyasî serî li Elmanyayê didin, bi erka darezandina wan a li Tirkiyeyê erkdar e. Bi vê destgîrkirinê li Elmanyayê di serî de agahiyên serlêdanên Kurdan û muxalîfên li dijî rejîma Erdogan dikeve xeteriyê.

Li gorî nûçeya Spîegelê Sefîrê Elman ê Enqerê Martîn Erdmann jî din av de hikûmeta Elman ji bo berdana parêzer ji navîna maha Îlona borî û vir ve di nava tevgerê de ne, lê hemû hewldan bê encam mane. Her wiha ev destgîrkirin tê îfadekirin ku rê li ber krîzeke nû ya di navbera Enqere-Berlînê de pêk bîne.