Parêzeran têkildarî lêpirsîna Komkujiya Parîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin

Têkildarî lêpirsîna li ser qetilkirina 3 aktîvîstên Kurd li Parîsê, civîneke çapemeniyê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hate lidarxistin.

Di 23'ê Kanûna 2022'an de ji pêşengên tevgera jinên Kurd Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil di êrîşekê de li Parîsê şehîd ketibûn. Êrîşkar Wîllîam Malet hate girtin. Rayedaran êrîş weke 'êrîşeke nijadperestî' pênase kirin. Ev pênase ji aliyê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ve tê redkirin.

CDK-F diyar dike ku ev êrîş ne tenê bûyereke nijadperestî ye, di heman demê de siyasî ye û divê dozgeriya 'antî-terorê' lêpirsîna wê bike.

Berdevkên CDK-F'ê Berîvan Firat û Agît Polat tevî parêzer Chrîstîan Charrîere-Boûrnazel, Davîd Andîc û Jean-Loûîs Malterre li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya civîneke çapemeniyê lidar xistin. Parêzeran diyar kirin ku sistiya lêpirsînê cihê fikaran e.

Parêzerê Fransî Chrîstîan Charrîere-Boûrnazel anî ziman ku dewleta Tirk dijminatiyê li Kurdan dike û ji zextên li Kurdan têne kirin mînak da.

Charrîere-Boûrnazel komkujiya Parîsê bi bîr xist û xwest 'hemû têkiliyên berê yên kujer' bêne lêkolîn. Parêzerê Fransî got, "Divê em êdî xwe kor nekin" û destnîşan kir ku divê bê lêkolîn bê kujer ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye birêvebirin yan na.

Parêzer Davîd Andîc jî işaret bi cudahiya nêzîkatiya li hin dozan kir û diyar kir ku maseya antî-terorê bi dozên têkildarî ciwanên Kurd re mijûl dibe û pirseke wiha kir: Çima dozgeriya antî-terorê tevlî doza komkujiyê nabe?

Andîc got, "Em dixwazin ku destûr bê dayin ji bo edalet karê xwe bike" destnîşan kir ku divê edalet bi cih were anîn.

Parêzer Jean Lûîs Malterre ragihand ku ew kêfxweş e ji ber ku Fransa Kurdan qebûl dike, lê belê hin hevkariyên bi dewleta Tirk re kiriye cihê aciziyê ye.

Malterre got, sira dewletê ya li ser komkujiya Parîsê ya yekemîn bandorê li doza niha dike û anî ziman ku ew fêhm nakin bê çima êrîşa 23'ê Kanûna 2022'an di çarçoveya terorê de nehatiye nirxandin.

Malterre diyar kir ku têkiliyên polîsên lêpirsînê dimeşînin bi dewleta Tirk re cih gumanan e.

Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F'ê Agît Polat jî ragihand ku lêpirsîn gelekî alwaz dimeşe û divê bi lez bê kirin.

Polat bi bîr xist ku piştî mehek di ser girtina kujer re derbas bû li mala wê lêgerîn hate kirin û got, "Çima ewqasî bi derengî hate kirin?"

Polat diyar kir ku gelek pirsên bê bersiv hene û xwest lêpirsîn hîn bi lez û erênî bê meşandin.