PÎK’ê piştgirî da Konferansa Yekîtiyê

Partiya Îslamiya Kurdistan diyar kir ku ew piştgirî didin biryarên ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hatine girtin û xwest ku yekîtiya neteweyî bi awayekî biîstîkrar û stratejîk dewam bike.

Partiya Îslamiya Kurdistan bi daxuyaniyekî nivîskî piştgirî da Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku di 26’ê Nîsanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

PÎK’ê diyar kir ku konferansa neteweyî ku di 26.04.2025’an de li Rojava hat lidarxistin, bi taybet piştî şerê navxweyî ya li Sûriyeyê bi armanca parastin û pêşxistina mafên siyasî, civakî û çandî ya Kurdan gavekî girîng e û wiha got: “Ragihandina rêveberiya xweser, modela civaka demokratîk a li ser bingeha heq û edaletê, wekheviya gelan û mafên jinan ku di encama konferansê de derket, bû binegha bidestxistina statiya Kurdan. “

PÎK’ê bi berdewamî wiha got: “Ji bo statu bi dest xistinê dive tevî cudahiyên partî, kom û şexsan yên di navbera Kurdan de yek bibin. Divê armanca hevpar bibe mîsogerkirina mafên rewa yên gelê Kurd.

Divê gel bikaribin pêşeroja xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin. Konferansa neteweyî ya li Rojava hat kirin, vê mafê wekî prensîba bingehîn qebûl kiriye. Ev pir girîng e, ji ber ku Kurd di tevahiya dîrokê de her tim hatine înkarkirin. “

PÎK’ê bal kişand ser girîngiya dîplomasiyê û wiha got: “Dîplomasî jî pir girîng e. Ne tenê bi hêzên xwecihî dive bi civakên navneteweyî re jî têkiliyên rast werin avakirin. Ji bo statuya Rojava eger ku piştevaniya raya giştî ya cîhanê nebe, zehmet e ku encamekî mayînde were girtin. Heta ku statu neyê bidestxistin, hemû maf nayên girtin. Bêyî statu mafên ku hatine dayîn her tim di bin gefê de bin. Ji ber vê yekê statuya siyasî neçarî ye. Bêyî statûya Rojava mafên mayînde jî nabin. Divê gelê Kurd bi avakirina yekîtiyek neteweyî ya xurt a di navbera xwe de, baş bikaranîna kanalên dîplomasiyê û bi tevgerkirina mafên li ser bingeha hiqûqa navneteweyî statuyê qayîm bikin.

Gelê Kurd dive li Rojava hêzên xwe yên parastinê biparêze. Ji ber ku gelên bê parastin her tim di bin gefê de ye. Bûyîna xwedî hêza xwe ya leşkerî hem ji bo parastina herêmê û hem jî jibo bûyîna hêzekî siyasî pêwîst e. Rojava bi vî rengî dikare hebûna xwe biparêze. Divê ev li hemû herêma Kurdistanê bibe. Em li ser nave Partiya Îslamiya Kurdistan piştgirî didin biryarên konferansa yekîtiya neteweyî.”