Ozturk: Çareserî Ocalan e

Hevserokê KCD Bedran Ozturk ê serdana 14 aktivîstên Kurd ên li Strasboûrgê li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye kir, anî ziman ku kilîda çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Serdanên ji bo 14 berxwedêrên ji 17’ê Kanûna 2018’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne dewam dike.

Di nava rojê de Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk serdana berxwedêran kirin.

Ozturk di serdanê de axivî û bibîr xist ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan li ser hemû gelê Kurd e.

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek kesên ji bawerî û rengên cuda hene, lê sîstema li Tirkiyeyê yekparêz û faşîst heye. Ozturk ev got: “Ji damezirandina dewleta Tirkiyeyê ve dixwazin sîstemeke yekparêzî bidin avakirin. Di xwazin gelê Kurd bi asîmlasyon, qirkirinê tine bikin.”

Oztur da xuyakirin ku Ocalan bi felsefe û raman derxistî ev yek berovajî kir û ev nirxandin kir: “Ji kîjan bawerî û gelî bî, bi nasname û xwebûna xwe, bi azad jiyankirin mafekî xwezayî ye.”

Ozturk destnîşan kir ku felsefeya Ocalan ‘Ji bo gelên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dijîn bûye çavkaniya hêviyê.’

Ozturk got: “Armanca sereke ya vê çalakiyê şikandina tecrîdê ye.” bi tecrîdê re şer jî kûr bûye. Ozturk bi tecrîdê re aboriya Tirkiyeyê jî li ber hilweşînê ye û bi rabûna tecrîdê re wê pêşiya çareseriya demokratîk bê vekirin. Ozturk da xuyakirin ku Ocalan kilîda çareseriyê ye û banga hê zêdetir a xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê kir.

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari jî bêdengiya saziyan rexne kir û got: “Bang li saziyên demokratîk ên Ewropa û hêzên desthilat dikin ku; ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan bi lezgîn bikevin nava liv û tevgerê. Berpirsyariyên wan jî hene. Divê CPT, Konseya Ewropa û saziyên din bi erk û rola xwe rabin.”

Farîsogûllarî bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê û got: “Em rêz ji bo wan digirin û daxwazên wan daxwazên me ne.”

Ozturk anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan dewama Komploya Navneteweyî ye, greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê vegot.