Ozdemîr: CPT her carê xwe ker, kor û lal dike

Hevseroka Partiya Çep a Meclîsa Hambûrgê Cansû Ozdemîr serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir û got, CPT der barê tecrîdê de her carê bi rola sê meymûnan radibe.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, dewam dike. Ji gelek welatên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan serdana berxwedêran dikin.

Hevseroka Partiya Çep a Meclîsa Hambûrgê Cansû Ozdemîr serdana çalakgeran kir û got, ew piştgiriyê didin daxwaza çalakgeran a ji bo dawîanîna li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ozdemîr bi bîr xist, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û girtiyên din ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne gihaştiye asta krîtîk û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir.

DIVÊ RAYA GIŞTÎ YA EWROPAYÊ BÊDENG NEMÎNE

Ozdemîr diyar kir, divê CPT êdî bi erka xwe rabe û got, "Ji roja ku Birêz Ocalan hatiye girtin û vir ve CPT bi erk û berpirsyariya xwe ranabe. Tevî ku komîteya ji bo pêşîgirtina li êşkenceyê ye, her carê bi rola sê meymûnan (ker, kor û lal) rabûye." Ozdemîr biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser êşkenceya li Îmraliyê bi bîr xist û diyar kir, biryar siyasî ye.

Cansû Ozdemîr her wiha ragihand, rewşa tenduristiyê ya girtiyeke jin a niha li Îranê di greva birçîbûnê de ye krîtîk e û got, "Rewşa jina li Îranê di greva birçîbûnê de ye li nava raya giştî ya Ewropayê deng veda. Divê deng û daxwaza Leyla Guven jî li nava raya giştî ya Ewropayê deng vede. Çalakiya hevalên me yên li vir 20 roj derbas kir. Bi navê partî û şexsê xwe, em dibêjin ku piştgiriya me ya ji bo vê çalakiyê wê bidome."