Osborne: Divê em piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên Kurd
Endama Parlamenta Brîtanyayê Kate Osborne bal kişand ser rewşa li girtîgehan û bang li her kesî kir ji bo piştgiriya Kurdan bikin.
Endama Parlamenta Brîtanyayê Kate Osborne bal kişand ser rewşa li girtîgehan û bang li her kesî kir ji bo piştgiriya Kurdan bikin.
Osborne diyar kir ku pêvajo ber bi qedexekirina HDP'ê ve diçe û anî ziman, li girtîgehan jî kiryarên xerab li ser girtiyan zêde bûne ku hejmara girtiyan roj bi roj zêde dibe. Osborne diyar kir, girtiyên HDP'î û girtiyên din ên Kurd li girtîgehên gelekî dûrî malbata xwe tên bicihkirin û diyar kir, bi giranî wan dişînin bajarên nijadperestiya Tirk lê heye.
Kate Osborne ragihand, xizmeta tenduristiyê ji bo girtiyan gelekî kêm e û destnîşan kir, yekane koma girtiyan a ku li gel şewba Covîd-19 jî nehate berdan Kurd in, siyasetmedarên HDP'î ne.
Osborne işaret bi zext û zordariya li jinan jî kir û diyar kir, gelek siyasetmedar û sendîkavan ên jin, ji ber ku mafên xwe diparêzin tên terorîzekirin.
Kate Osborne rexne li hikumeta Qraliyeta Yekbûyî kir ku bi firotina çekan dibe hevkarê şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan û diyar kir ku nepêkane bi sozên di dema peymanan de hatine dayin pêşî li binpêkirina mafên mirovan bên girtin. Osborne bang kir ku ji bo pêşîgirtina li binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê tedbîrên hîn bi tundî bêne wergirtin.
Osborne bang li hêzên sosyalîst û demokrat kir û anî ziman ku divê rewşa Tirkiyeyê ya dibe "dewleta yek partî, yek ol, yek îdeolojî" bibe cihê fikaran.
Osborne destnîşan kir ku divê her kes piştgiriyê bide xwişk û birayên Kurd.