Operasyonên qirkirina siyasî li Ewropa hate protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî ya li ser ESP’ê li Parîs paytexta Fransa û Stûttgart a Elmanyayê bi çalakiyan hatin protestokirin.

PARÎS

Lı pêşiya Kemer a Strasboûrg-Saînt-Denîsê bi hatina gel hev a rêxistinên çep û sosyalîst  pankarta bi nivîsa ‘Ji bo sosyalîst û rojnamevanan azadî’ vekirin. Li vir li ser navê ACTÎT’ê axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku 51 kes hatine destgîrkirin.

Li ser navê CDK-F’ê jî Necmettîn Demîrkapi axivî û got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê her kesê li ber xwe dide di nava tecrîd de ye û tê gefkirin.”

Çalakî bi dirûşma ‘ESP hêvî ye, hêvî li ser piyane’ û ‘Dîtator Erdogan’ bi dawî bû.

STTÛTGART

Bi heman armancê li bajarê Sttûtgart a Elmanyayê li ser banga Federasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘Li dijî faşîzmê piştevanî’, ‘Dawî li zextên li ser faşîstan bînin’ û ‘Piştgirî bidin ESP’ê hatin vekirin û bê navber dirûşmên ‘ESP hêvî ye, hêvî li ser piyane’, ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ û ‘Piştevaniya ESP’ê bikin’ hatin qîrkirin.