BI DÎMEN

Oihana Etxebarrieta: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan dibe

Parlamentera Euskal Herria Bildu (EH Bildu) ya Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Oihana Etxebarrieta got, "Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Birêz Ocalan dibe."

PÊNGAVA AZADIYÊ

Ji piştevanên pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' Parlamentera Euskal Herria Bildu (EH Bildu) ya Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Oihana Etxebarrieta li ser tecrîda li Îmraliyê û nîqaşên dema dawî li ser pirsgirêka Kurd têne kirin ji ANF'ê re axivî.

Etxebarrieta anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo nîşaneya şênber a zext û siyaseta li dijî gelê Kurd e û got, "Abdullah Ocalan li gel hemû zextên hikumeta Tirk lîderê entenektuel û siyasî yê tevgerekê ye ku hewl dide rewşa gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê di nav de ye biguherîne.

TECRÎD ÊŞKENCEYEKE RASTEQÎN E

Ev tecrîda mutleq Abdullah Ocalan neçar dihêle ku li hemberî zextên giran li ber xwe bide. Ev tecrîd asayî nîne. Bêparhiştina mirovekî bi 44 mehan ji her cûre amûrên ragihandinê êşkenceyeke rasteqîn e. Tecrîd ji bo malbat û hevalên Abdullah Ocalan ku nizane bê rewşa wî çi ye, êşkence ye. Tecrîda Îmraliyê her wiha li hemberî Tevgera Kurd şêweyekî cuda yê zextê ye."

HEVDÎTIN DIVÊ VEGUHERE DANÛSTANDINÊN RASTEQÎN

Parlamenter Oihana Etxebarrieta destnîşan kir ku hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re hate kirin girîng e û diyar kir ku ev hevdîtin divê veguhere danûstandineke rasteqîn. Etxebarrieta got, "Ji bo hînbûna rewşa Birêz Ocalan ev serdan rewşeke ku mirov bi baldarî meraq dikir. Gelek mirovan ji jiyana Birêz Ocalan fikar dikirin û ev rewş dikare bê fêhmkirin. Têkildarî wî agahiyeke me tine bû, ji ber vê jî ji bo hînbûna rewşa wî gelekî girîng e. Hêvîedarim ev hevdîtin wê bibe destpêka demeke nû. Pêvajoyek destpê bike ku karibe xwe bigihîne yên nêzî xwe û tevgera xwe. Lê belê bi demê re ev yek wê diyar bibe. Hêvîdarim ku wê guhertin pêk were, ji ber ku Abdullah Ocalan hem rêya diyalogê hem jî gelekî ku dixwaze bi nasnameya xwe bê naskirin temsîl dike. Abdullah Ocalan lîderekî siyasî ye ku divê bibe parçeyek ji pêvajoya ku Kurd di her qonaxê de hewl dide ava bike."

NÎŞANEYA KAPASÎTEYA WÎ YA ENTELEKTUEL Û SIYASÎ

Parlamentera Etxebarrieta peyama Rêber Apo ya ji bo raya giştî jî nirxand û got, "Peyama ku Abdullah Ocalan ji hucreyê şand gelekî bi bandor bû. Bi rastî jî bi bandor bû. Min got, şert û mercên ku Ocalan di nav de ye êşkence ye û ev êkence li dijî lîderê gelekî timî tê kirin. Peyama Ocalan nîşaneya herî şênber a wê yekê ye ku ew xwedî kapasîsteya siyasî û entelektuel e ku li gel şert û mercên di nav de ye jî kêliya heyî têdigihêje û pêwîstiyên gel tespît dike. Li şûna ku teslîmî rovanşîzmê bibe, hewl dide ji bo gelê Kurd rêya diyalogê, rêyeke siyasî biafirîne. Ev rewş bi bandor e û kapasîsteya entelektuel û siyasî ya mezin a lîderekî nîşan dide."

NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE, DIVÊ AZAD BIBE

Parlamenter Etxebarrieta ragihand ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji Îmraliyê derbas dibe û diyar kir ku ji bo danûstandineke rasteqîn divê Rêber Apo azad bibe. Etxebarrieta got, "Eger çareseriyeke rasteqîn tê xwestin divê Ocalan azad bibe. Ti hinceteke xwe nîne ku Abdullah Ocalan hîn jî li girtîgehê yan jî di nava van şert û mercan de bê hiştin. Mîna ku em her tim dibêjin, îro jî dixwazim dubare bikim: Abdullah Ocalan divê azad bibe. Ev yek yekane daxwaza me ye. Abdullah Ocalan ji bo afirandina rêyên diyalogê, destpêkirina pêvajoya çareseriyê û naskirina mafên civakî yên gelê Kurd û gelê Tirk, hunera xwe nîşan da.

LÎDEREKE KU DIKARE BI SER BIXÎNE

Bi dîtina min Birêz Ocalan her tiştên ku gelê Kurd dixwaze, tevger dixwaze, temsîl dike. Lê belê beriya her tiştî divê dewlet lê guhdarî bike û ji bo destpêkirina qonaxên diyalogê xwedî amûrên pêwîst be. Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; ji bo pêkhatina van qonaxên diyalogê divê Abdullah Ocalan azad bibe. Divê bê berdan. Ew lîderek e ku hîn jî xwedî gelek tiştên bêne gotin û bêne serxistin e."

FIKRÊN WÎ DIBIN ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ

Parlamenter Etxebarrieta bal kişand ser fikrên Rêber Apo, bi taybetî jî girîngiya teoriyên azadîparêziya jinê û got, "Fikrên Birêz Ocalan gelekî girîng in. Li gorî min, Ocalan ne tenê zane ku guherîna civakî û siyasî bi azadiya jinê dibe, di heman demê de di pratîkê de vî fikrî bi xurtî diparêze. Abdullah Ocalan ev helwesta xwe, yanî rêya azadiya jinê û mafê wekhev ê jin û mêr bi Jineolojiyê destnîşan kir, nîşan da. Li herêmeke ku îro mafên jinan têne binpêkirin, bicihkirina Kurdan li navenda vê sîstema ku van mafan diparêze, bi dîtina min yek ji mînakên herî mezin e. Ocalan bi vê nêzîkatiya xwe ji bo her kesî, di serî de ji bo me dibe çavkaniya sûdwergirtinê.

JIN, JIYAN, AZADÎ NÎŞANEYA ŞOREŞEKÊ YE

'Jin, Jiyan, Azadî' ji gotinekê, ji dirûşmekê wêdetir e. Nîşaneya hestekê ye, nîşaneya şoreşekê ye. Bêguman weke femînîst û mirovên baweirya xwe bi afirandina cîhaneke cuda tînin, divê em vê yekê bikin esasê fikrê xwe. Weke ku min got, fikrên Ocalan ji bo me dibe çavkaniyeke girîng a sûdwergirtinê."

BIRYARA YEKÎTIYA EWROPAYÊ YA TÊKILDARÎ PKK'Ê LI PÊŞIYA ÇARESERIYÊ ASTENG E

Etxebarrieta destnîşan kir ku helwesta Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî PKK'ê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd astengiyeke girîng e û diyar kir ku divê PKK tavilê ji 'lîsteya terorê' bê derxistin. Etxebarrieta got, "Em li dijî biryara Ewropayê ya têkildarî PKK'ê ne. Li gorî me, weke parçeyek ji pêvajoya aştiyê, ji bo tevlîbûna hemû aliyan bi rengekî wekhev li danûstandinan divê şert û mercên pêwîst bêne afirandin. Ji ber vê yekê jî eger bê xwestin, PKK di nava pêvajoya aştiyê de hebe, gelekî girîng e ku şert û mercên pêwîst ên vê yekê bêne afirandin. Biryara Ewropayê ya li hemberî PKK'ê bêguman yek ji astengiyên sereke yên li pêçiya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Li gorî me divê dawî li vê biryarê bê anîn."

PIŞTEVANÎ PÊWÎSTÎ YE

Parlamenter Etxebarrieta ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê civaka navneteweyî û got, "Tiştên ku em niha li qada navneteweyî dikin divê em dewam bikin. Divê em fikrên Tevgera Kurd destnîşan dike biparêzin û asta wê ya siyasî û demokratîk nîşan bidin. Di heman demê de divê em balê bikişînin ser zexta giran a li ser gelê Kurd, Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd û vê rewşê şermezar bikin. Weke ku em timî dibêjin û em ê timî bibêjin; bi navê Euskal Herria Bildu (EH Bildu) ya welatê Baskê em gelekî nêzî Tevgera Kurd in û em bi wan re ne. Em dixwazin û hêvî dikin ku Abdullah Ocalan azad bibe. Ji bo gelê Kurd pêvajoya azadiyê dewam bike, ku mafê wan e, divê Birêz Ocalan azad bibe. Em ê her tim bi gelê Kurd û Ocalan re bin. Hêvîdar in ku di vê rêyê de em ê siberojê bi Ocalan ê azad re bimeşin."