NY'yê pirsa wan kesan kir ku di qirkirina Ermenenan de nebedî bûn

NY'yê ji Tirkiyê li aqûbeta wan Ermenan pirsî, ku di navbeyna salên 1915-1923'an ku di qirkirina Ermenan de nebedî bûne. 

Raportorê Azadiya Ramanê û Derbirînê ya bi ser Komîseriya Berz a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Davîd Kaye û raportorên hin saziyên din yên têkildar bi hev re 13'ê Adara 2019'an nameyek ji Tirkiyê re şandin û pirs kirin bê ka aqûbeta wan mirovên ku di navbeyna 1915-1923'an de, dema qirkirina Ermenan hatine nebedîkirin çiye?

Di nameyê de hate gotin di navbeyna 1915-1923'yan de Împaratoriya Osmanî û şûnmayê wê Komara Tirkiyê li ser Ermenan ''polîtîkaya bêcihwarkirinê'' pêk anîne û bi kêmanî 600 hezar û 1.500.000 mirov ''bûne mexdûrê vê polîtîkayê.''

Di nameyê de her wiha hate gotin ,''Wê demê li dijî Ermenan rayedaran yasa derêxistine'' li gel vê jî heta niha rayedarên Komara Tirkiyê têkilî kesên ku hatine nebedîkirin an jî kuştin, li ser aqûbet û gorên wan ti  daxuyanî nedaye.

Di nameyê de hate bibîrxistin dewleta Tirk vê bûyerê ne ku tenê înkar dike, her wiha, qanûnên wiha hene ku vegotina van bûyeran jî qedexe dike û pêşnûmeya yasayê ya ku Tîrmeha 2017'an derketî û bikaranîna hin têgînan qedexe dike, hate bibîrxistin.

PIRS

Di nameyê de ji Tirkiyê tê xwestin bersiva 3 pirsan di nav 60 rojî de bidin.

Ji van pirsan yek jê ew e bê ka ji bo aqûbeta wan mirovên ku di navbeyna 1915-1923'an de hatine bêşûnûwarkirin, girtin, bê daraz hatine kuştin û nebedîkirin çiye û ji bo ku cihê ku lê ne werin dîtin Tirkiyê çi gav avêtine.

Her wiha ji bo ku mexdûr û bi giştî civat il ser van bûyeran xwedî agahî be, ji bo dadmendî pêk were û ji bo malên ku winda bûne, mafê tazmînatê were bi cih anîn çi gav hatine avêtine.

Pirseke dî ku tê xwestin Tirkiye bersivê wê bide ew bê ka Tirkiye ji bo cihên ku cesedên Ermenan lê ne, werin dîtin, çi gav avêtiye.