NY: Em zextên Tirkiyeyê yên li ser mafên mirovan qebûl nakin!

Konseya Mafên Mirovan li ser bîlançoya mafên mirovan a Tirkiyeyê sekinî. Endamên Neteweyên Yekbûyî bi zimanekî tund Tirkiye rexne kirin û bang li Tirkiyeyê kirin ku bila li hemberî qanûnên navneteweyî rêzdar be.

Koma Xebata Analîza Perîyodîk a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî cara sêyemîn li ser bîlançoya mafên mirovan a li Tirkiyeyê sekinî. Dewletên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne û saziyên civakî yên sivîl tevlî civînê bûn.

Di civînê de li ser rapora pêşniyazên ji bo Tirkiyeyê ya 14 rûpel û rapora dewleta Tirk a ku pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kiriye hate nirxandin.

TIRKIYE: BERPIRSÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN PKK YE

Alîkarê Wezîrê Karê Derve Farûk Kaynakçi îddîa kir ku dewleta Tirk di gelek qadan de reform kiriye û li gorî pêşniyazên Neteweyên Yekbûyî tevdigere.

Kaynakçi bi awayekî sosret diyar kir ku berpirsê binpêkirin û zextên li ser mafan PKK û Tevgera Fethûllah Gulen e.

Nûnerên dewletan jî diyar kirin ku Tirkiye li gorî pêşniyazana tevnagere û li Tirkiyeyê zextên li ser mafên mirovan roj bi roj zêde dibe.

BELÇÎKA: SAZIYA DARIZANDINÊ DI BIN KONTROLA HIKUMETÊ DE YE

Nûnerê Belçîkayê di rûniştinan de diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser mafên mirovan roj bi roj zêdetir dibe û got ku “Li Tirkiyeyê saziya darizandinê ketiye bin kontrola hikumetê.”

Li ser navê Kanadayê jî hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê li ser rojnameger, nûnerên mafên mirovan, akademîsyen û siyasetmedarên mûxalif zextên mezin hene.

Nûnerê Danîmarkayê jî bi zimanekî tund zextên li ser şaredariyên HDP’ê û desteserkirinên bi destê qeyyûman rexne kir û got, “Ev tişt ne li gorî demokrasiyê ye. Şaredarên ku ji peywira xwe dûr hatine xistin divê vegerin ser karê xwe û qeyyûmtî were betalkirin.”

ELMANYA:DIVÊ HIQÛQA TERORÊ BÊ GUHERTIN

Elmanya bal kişand ser Konseya Daraz û Dadgehan û Dadgeha Destûra Bingehîn ên dawî anîna zextan. Nûnerê Elman diyar kir ku divê hikûmet darazê di bin kontrola xwe de bihêle, binî xêz kir ku divê hiqûqa têkoşîna bi terorê re li gorî standartên mafê mirovan a navneteweyî bê başkirin. Nûnerê Elman bibîr xist ku divê lêpirsînên derbarê rojnamevan, siyasetmedarên muxalîf û akademîsyenan demildest bi dawî bibin, her wiha divê Tirkiye pêşniyaran li Tirkiyeyê tê kirin li ber çav bên girtin.

SWÎSRE: DAWÎ LI ÊŞKENCE Û NÊZÎKATIYÊN XIRAB BÎNIN

Di axaftinên li ser navên Swîsreyê ahte kirin de hate gotin: “Divê Tirkiye li gorî norm û standartên mafê mirova ên navneteweyî têkoşîna bi terorê re li ber çavan bigire, divê mafê azadiya raderbirîn û çapemeniyê bê bihêzkirin. Di vê nûqteyê de divê pêvajoya refrotmê bê bihêzkirin. Dîsa divê dawî li nêzîkatî û êşîkenceyê bê anîn.”

DYE: ZEXTÊN LI SER HDP’Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN

Nûnerê DYE’yî bibîr xist ku gelek pêşniyarên berê hatin kirin Tirkiyeyê li ber çavan negirtiye, li welat her roja diçe binpêkirinê mafan zêdetir dibin. Nûnerê HDP’î her wiha zext û ji erkê girtina hevşaredar û parlementerên HDP’î jî bibîr xist û anî ziman ku divê siyasetmedarên HDP’î bên berdan.

REXNEKIRINA SÛRIYE: LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE

Piştre li ser navê gelek dewletan axaftin hatin kirin, bal kişandin ku Tirkiye gelek pêşniyarên berê li ber çavan negirtine, divê Tirkiye rêz ji hiqûqa navneteweyî re bigire.

Di rûniştinê de polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiye ya li Sûriyeyê hate rexnekirin, hate gotin ku hebûna Tirkiye ya li Sûriyeyê li dijî hiqûqa navnetewî ye.

Dîsa di serî de derbarê jin, kêmenetew û mafan li gelek nûqteyan de Tirkiye bi tundî hate rexnekirin, hate gotin ku divê Tirkiye pêşniyarên tên kirin li ber çavan bigire.

Encamnameya rûniştinê wê 30’ê Çileyê bê eşkerekirin.