NY: Di ser Tirkiyê re bi hezaran Sûriyeyî dişînin Libyayê

NY'yê got bi hezaran Sûriyeyî yê ku temenê wan kêmî 18'an e di ber pereyan re di ser Tirkiyê re ji bo ku şer bikin dişînin Libyayê û ev jî binpêkirina biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê û hiqûqa navnetewî ye.

Serokê Koma Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Chrîs Kwaja, raportorê taybet ên Kuştina Bêdad Agnes Callamard, raportorê taybet ê Eşkenceyê Nîls Melzer daxuyandin aktorên dereke yên ku li Libyayê di nav şer de ne şer girantir dikin û li Libyayê di ber pereyan de çekdarên xerîb didin şerkirin.


Rayedaran gotin ,''Hebûna aktorên dereke yên ku aliyê şerê Libyayê ne û destekê didin komekê li Libyayê çareseriya aştiyane qels dikin'' û hate diyarkirin rapor têne ber destê wan ku Artêşa Netewî ya Libyayê (LUO) ji êrîşên Nîsana 2019'an û vir ve, ya bi mebesta ku Trablûs were bidestxistin, aliyên şerê Libyayê leşkerên bi pere û aktorên dereke bi kar tînin.

Chrîs Kwaja serokê koma xebatê ya têkilî bikaranîna pereyên kirêkirî ya NY'yê got li Libyayê bikaranîna leşkerên kirêkirî û şandina çekan binpêkirina ambargoya çekan û hiqûqa navnetewî ye.

Pisporan diyar kirin van 18 mehên dawî bi hezar Sûriyeyî ku di nav wan de zarokên temenê wan kêmî 18'an jî hene di ser Tirkiyê re ji bo şerkirinê şandine Libyayê û hate gotin, ''Ev zarok ji ber şertên bê berevanî û kambaxiya sosyal-ekonomîk di ber pereyan de dişînin Libyayê, em ji vê fikaran dikin.''