Nûnerên NCKD bi wezîra Elman re civiyan

Nûnerên NCKD, bi Wezîra Elman Monîka Bachmann re civiyan. Di civînê de pêkanînên li ser Kurdan û ‘Qedexeya PKK’ê bûye rojev.

Li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyayê Nûnerên NCKD, bi wezîra CDÛ’yî Monîka Bachmann re li wezaretê civiyan.

‘QEDEXEYA PKK’Ê ROJEVA WAN BÛ

Hevdîtina ku saziyên koçber ên Saarland, Aktion Dritte Welt Saar a saziya civaka sivîl, nûnerên NCKD Saarbrûcken ên tevlî civînê bûn, pirsgirêkên ji ber qedexeya PKK’ê ya Kurdên li Elmanyayê dijîn rojeva wan bû.

Parêzer Peter Nobert bal kişand qedexeya heyî mafê rûniştin û penayiyê ya Kurdan jî dibe asteng.

Li ser navê NCKD a Saarbrucken Dîlan Akdogan diyar kir ku ji ber pêkanînên krîmînalîzekirina dewletê ziman, çand û xebatên sporê yên Kurdan tên paş dimînin. Akdogan anî ziman ku PKK ne rêxistineke ya terorê ye, bi Şoreşa Rojava re li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn kir.

Endama Komîsyona Ciwanan Rojbîn Gûneş jî got: “Tevî yekan e hêza li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirî em in, tevî hemû çapemenî di vê mijarê de hestyar in, çawa dibe sembolên van hêzên şer dikin qedexe ne.

Guneş bêhestyarbûna hikûmeta Elmnan a bi taybet li hemberî grvên birçîbûnê yên li Elmanyayê rexen kir.

Li ser navê Aktion Dritte Welt Saar Gertrûd Selzer jî diyar kir ku divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin.

Wezîr Monîka Bachmann û şêwirmendê wê anî ziman ku wê têkildarî rewşa Kurdan hestyar bin.