Nûnerên Elewî: Em li gel ên li dijî zilmê li ber xwe didin

Nûner û pîrên saziyên Elewî û Tirkiyeyî yên serdana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê kete roja 20’î kirin, anî ziman ku li gel kesên li dijî zilmê bi berxwedanê bedena xwe dane mirinê ne.

DAB, FEDA, Rêveberên Tevgera Jinan a Elewî ya Demokratîk li gel Pîran Riza Yagmur, Îbrahîm Kilavûz û Velî Kaya destek dan çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê dewam dike.

Di axaftinên li vir hatin kirin de hate gotin ku li gel kesên li dijî zilmê li ber xwe didin, li gel gelê Kurd û têkoşîna an in. Her wiha bal hate kişandina têkoşîna hevpar û gelan.

 ‘LI DIJÎ ZILMÊ BERXWEDAN HEBE, DILÊ ME LI WIR LÊDIDE’

Hevserokê Yekîtiya Elewiyên Şoreşger Velî Balban axivî û anî ziman ku li gel ên li dijî zilmê li ber xwe didin in û got: “Eger zilm hebe, li dijî zilmê li cihekê berxwedan bê kirin, dilê me li wir e. Em cih li gel gelê Kurd ên li dijî zilmê û êrîşan li ber xwe didin in. Çalakvanên li vir hem bûn dengên me hem jî rengên me. “

Endamê Desteya Rêveber a DAB’ê Pîr Îbrahîm Kilavûz jî diyar kir ku ji bo piştgirî bidin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger berê xwe dane Strasboûrgê.

PÎR RIZA YAGMÛR: YÊN MAFAN BINPÊ DIKIN TERORÎST IN

Pîr Riza Yagmûr di axaftina xwe de bal kişand ser mafên mirovan û ev tişt got: “Ji bo maf tu dikevî cengê. Di wê cengê de ku bimrî, dibî şehîd. Eger sax jî bî di dîrokê de weke ‘bi maf’ derbas dibî. Eger ji bo dagirkirin û binpêkirin mafên hinek din bimirî, wê demê nabin şehîd. Li aliyekê maf tê xwesitin, li aliyê din hinek diçin ji bo maf nedin li wir şer dikin. Di hemû pirtûkên olî de tê nivîsîn; yên ji bo mafê xwe şer dikin, şehîd in. Lê yên ji bo maf nedin diçin, dibin zalim.

Ez weke kesekî dîndar dibêjim; yên ji bo mafê xwe li ber xwe didin ne ‘terorîst in’. Yên mafê wan nadin, xesp dikin, dixwaze dewlet be, dixwaze eşîret be, terorîst in. Kîjan dewlet dibe bila bibe terorîst in. “

BEDRAN YILDIRIM: GIHANDINA DENGÊ WAN A CÎHANÊ ERKÊ ME YE

Li ser navê FEDA û Tevgera Jinan a Elewî ya Demokratîk Bedran Yildirim axivî û rexene li Ewropa kir ku li dijî grevên birçîbûnê bêdeng û xwe kor dike û got: “Leyla Guven a ku ev 59 roj in di grevê de ye her roja diçe rewşa wê xirab dibe. Em Elewî her tim cih li gel kesên mezlum digirin. Niha divê em bibin dengên wan. Rewşa kesên di girtîgehê de grevê didomînin hê girantir e. Gihandina dengên van a ji bo cîhanê erka me ye.

Hevserokê FEDA Velî Kaya jî axivî û got: “Dixwazin Rêberê gelekî mazlûm bêdeng bikin. Îro Rêberê gelekî mazlûm ev 3 sal in ti agahî jê nayê girtin. Mafê wî tê binpêkirin.”

Hunermend Şiyar Mûnzûr jî axivî û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê diyar kir û ev tişt got: “Piştgirîkirina çalakiyekî wiha erkekî mirovî ye. divê hemû gelên hejar û xwedî bawer cih li gel berxwedanên wiha bigirin.

Parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî spasdariya nûnerên saziyên Elewî kir û got: “Em di wê hêviyê de ne ku wê gel vê têkoşînê geş bike. Her ku ev berxwedan belav bû wê berxwedan bi rêxistin bibe. Xeleka vê berxwedanê mezin dibe û wê belavî hemû cîhanê bibe û dom bike.

Em dixwazin vê dengî hê mezin, bihêz û birêxistin bikin û bigihînin cîhanê. Ev bi me hemûyan mumkin e. Ev bikesekê nabe.”