Nobeta li Strasbourgê dikeve sala 11'an

Nobeta li Strasbourgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, dikeve sala 11'an.

Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin û çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di 25'ê Hezîranê de 10 salan li pey xwe dihêle û dikeve sala 11'an.

Bi wesîleya salvegera 10'an a çalakiyê ku sala 2012'an destpê kir, dostên gelê Kurd ji îro û pê ve li ber Konseya Ewropayê dest bi belavkirina belavokan kirin.

Di belavokan de hate ragihandin ku Abdullah Ocalan zêdeyî 23 sal in bi rêk û pêk tê tecrîdkirin û hemû mafên mirovan têne binpêkirin.

Di belavokan de işaret bi van xusûsan hate kirin:

"Li gel Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê li gorî pênaseya Neteweyên Yekbûyî, tecrîd êşkencekeke demdirêj e. Tevî ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Asambleya Parlamenterana Konseyê diyar kirin ku şert û mercên li Îmraliyê nayên qebûlkirin û divê bêne guhertin jî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hîn bêhtir hatiye girankirin. Bi taybetî saleke li pey hev cezayên dîsîplînê lê têne birîn û ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî nas nake. Lê belê Konseya Ewropayê xwedî wan derfetan e ku bi pêkanînên cezakirinê pêşî li van nêzîkatiyên dewleta Tirk bigire, her wiha xwedî berpirsyariyeke bi vî rengî ye."

Dostên gelê Kurd wê vê hefteyê di tevahiya rûniştinên Meclîsa Konseya Ewropayê de belavokan bidin parlamenteran û bang li Konseya Ewropayê bikin ku xwedî li berprisyariyên xwe derkeve.

23'ê Hezîranê jî dostên gelê Kurd li gel parlamenterên Konseya Ewropayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke çapemeniyê ya berfireh lidar bixin. Tevahiya hefteyê jî wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan nobet bê girtin.