Bi pêşengiya Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrgê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê çalakiya “Nobeda Azadiyê” tê lidarxistin.
4 welatparêzên ji herêma Dragûîgnan a Fransayê di hefteya 604’an de nobet dewr girtin. 3 kesên ji Marsîlyayê hefteya borî çalakî dewr girtîbûn.
Berdevkê Komê Abdurrahman Dogru di daxuyaniya xwe de tecrîd şermezar kir û destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê çalakiyê bidomin.
Dogru, banga çalakiyan kir û got: “Ewropa bêdeng e, CPT jî bêdeng e. Ji bo vê yekê jî divê her ferdeki Kurd heta Rêberê me azad bibe, çalakiyan li dar bixe.”