BI DÎMEN

'Nobeta Azadiyê' di hefteya 648’an de ye

Ji bo azadiya Rêber Apo 12 sal in li Strasbourg çalakiya nobetê didome. Di hefteya 648’an de endamên DKTM’ê yên Baselê nobet dewr girt.

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê lidarxistin. Her hefteyê ji welatên cuda yên Ewropayê komek tê û çalakiya nobetê dewr digire. Di hefteya 648’an de koma ji bajarê Basel ê Swîsreyê hatin, çalakî dewr girtin.

Di komê de endamên Navenda Civaka Kurd a Demkratîk a Baselê, Mehmet Ronahî, Mehmet Taş û Mahsûn Akkoyun cih digrin.

Li ser navê komê Mehmet Taş axivî. Taş anî ziman ku ew tecrîda li ser Rêber Apo weke tecrîda ser xwe û gelê Kurd dibînin û got: “Em di bin zilmê de ne. Her çiqas hevdîtina bi Rêbertiya me re ku 43 meh in agahî jê nayê girtin jî hêz û coş da me jî têr nekir. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Em dixwazin Rêbertiya me di nava me de be. Saziyên navneteweyî yên ji bo xwe dibêjin, ‘Em mafên mirovan temsîl dikin” xapandin e. Ger rast bûya, dê daxwazên Kurdên ku 13 sal in li vir nobetê digirin, bibihîsta û biçûya Îmraliyê. Ji CPT û Parlamentoya Ewropayê her roj bi sedan kes tên vir û diçin, me dibînin, lê bi durûtî derbas dibin. Divê dev ji vê durûtiyê berdin.”

Mehmet Taş da zanîn ku ger 54 milyon Kurd bibin yek, wê bikarin Rêber Apo azad bikin û got: “Dewletên YE'yê yên ku Rêbertiya me radestî Tirkiyeyê kirin, nikarin azadiya Rêberê me mîsoger bikin, lê em Kurd dikarin azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin.”