Nobedarên vê hefteyê nûnerên saziyan e

Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku vê hefteyê wê 8 salan li pey xwe bihêle, bi beşdariya nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê dewam dike.

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest pê kiribû. Ji wê demê ve 416 hefteyan çalakiyê dewam kir. Nobedaên vê hefteyê yên çalakiyê nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê ne.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr, endamê PYD'ê Ahmed Abdolah, bi navê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) Omer Koyûncûel, bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Necmettîn Erkendî, bi navê TEV-ÇAND'ê Ozan Berbang û ji NAV-BEL'ê jî Torî Rojer vê hefteyê nobedê digirin.

Her wiha ji rêveberên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Kemal Samer, endamê Dîwana KCDK-E'yê Demîr Çelîk, Hevşaredara berê ya Sixkê Nezahat Erguneş û nûnerên saziyên li Elmanya û Swîsreyê jî tevlî çalakiyê bûn.

Ji ber ku çalakî dikeve salvegera 9'an wê di 25'ê Hezîranê de daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin. Tê payin ku daxuyanî bi rengekî girseyî pêk were.