Nobeda Azadiyê di hefteya 579'an de ye
Çalakiya Nobedê ya li Strasbourgê di hefteya 579'an de ye ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Çalakî bi sê welatparêzên ji herêma Normandiya ya Fransayê dewam dike.
Çalakiya Nobedê ya li Strasbourgê di hefteya 579'an de ye ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Çalakî bi sê welatparêzên ji herêma Normandiya ya Fransayê dewam dike.
Nobeda Azadiyê' di hefteya 579'an de ye ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê hate destpêkirin.
Kurdên li Ewropayê tevî dostên xwe bi dorvegerî heftane vê çalakiyê dewam dikin. Nobedarên vê hefteyê jî sê welatparêzên ji herêma Normandiya ya Fransayê ne.
Di nava komê de Mehmet Serhat, Huseyîn Çatti û Mûstafa Dûrmaz hene.
Mehmet Serhat bi navê çalakgeran axivî û anî ziman ku di sedsaliya Peymana Lozanê de ew ber bi dîrokeke ronî ve gavê diavêjin û hêvî û bendewariya xwe anî ziman.
Mehmet Serhat ji her kesî xwest ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi ji destê kê tê bike.