'Nobeda Azadiyê' di hefteya 399'an de ye

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê di hefteya 399'an de ye. Nobedarên vê hefteyê çar Kurdistaniyên ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê ne.

Nobeda ku hefteya derbasbûyî koma ji bajarê Lyonê yê Fransayê dimeşand, vê hefteyê radestî Kurdistaniyên bi navê Sûltan Yilmaz, Ayşe Demîr, Hasan Kartal û Şîrîn Yilmaz ên ji bajarê Bordeaûxê hate kirin.

Çalakî li qada ku avahiyên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne pêk tê û li ser têkoşîna Ocalan raya giştî tê agahdarkirin.

'JI BO KURDAN MEHEKE REŞ E'

Bi navê koma vê hefteyê ya nobedar daxuyaniyek hate weşandin û hate ragihandin ku meha Sibatê ji bo Kurdan 'meheke reş e'. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê cîhan hemû zanibe ku Kurd êdî Kurdên berê nînin. Em ê serî netewînin û heta azadiya Rêberê xwe em ê li ber xwe bidin." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku paşeroj û ewlehiya Kurdan bi azadiya Ocalan dibe.

JI BO MEŞ Û MÎTÎNGA LI STRASBOÛRGÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ HATE KIRIN

Ji komîteya amadekar a nobeda 'Azadî ji Ocalan re' Zulfu Bîngol daxuyaniyek da û destnîşan kir ku nabe ew bi rengekî 'asayî' nêzî 15'ê Sibatê bibin. Bîngo got, "Divê em wê rojê ji bîr nekin. Em bang li her kesî dikin ku di 15'ê Sibatê de li Strasboûrgê tevlî çalakiya protestoyî ya mezin bibin."