'Nobeda Azadiyê' bi komên ji Başûrê Elmanyayê didome
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê tê lidarxistin, bi komên ji bajarên Munchen û Frîedrîchshafen ên Elmanyayê dewam dike.
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê tê lidarxistin, bi komên ji bajarên Munchen û Frîedrîchshafen ên Elmanyayê dewam dike.
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir, di hefteya 342'an de ye. Koma ji bajarê Munchen ê eyaleta Bavyera û koma ji bajarê Frîedrîchshafen ê eyaleta Baden-Wurttembergê yên Elmanyayê wê vê hefteyê bi dorvegerî nobedê bigirin.
Nobedarên hefteya derbasbûyî Fatoş Elma, Mulkiye Cebe, Huseyîn Elma, Şiyar Xelîl û Alî Yagmûr ên ji bajarê Ûlmê bûn.
BANG LI CPT KIRIN KU TAVILÊ BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ
Bi navê koma nû daxuyaniyek hate dayin û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hate kirin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê. Di daxuyaniyê de hate bibîrxisitn, nêzî 2,5 sal in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin û ji CPT hate xwestin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
'EGER EM ÎRO BÊDENG BIMÎNIN, EM Ê NIKARIBIN LI PÊŞBERÎ DÎROKÊ HESAB BIDIN'
Çalakgeran bla kişandin ser grevên birçîbûnê yên Leyla Guven, girtiyên li zindanan, berxwedêrên li Strasboûrgê, çar aliyên Kurdistanê û bang li Kurdên li Ewropayê kirin: "Eger em îro bêdeng bimînin, em ê nikaribin li pêşberî dîrokê hesab bidin. Li dijî tecrîdkirina Ocalan û li hemberî amadekariyên komkujiyên li dijî gelê me, divê em bikevin nava liv û tevgerê."
Çalakgeran bi bîr xistin, Nobeda "Azadî ji Ocalan re" zêdeyî 6,5 sal in dewam dike û heta Ocalan azad bibe wê çalakiyê bidomînin.