Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Nobeda Azadiyê bi koma Mantes la Jolîe dewam dike

Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, vê hefteyê bi koma ji Mantes La Jolîe dewam dike.

Nobeda Azadiyê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re hate destpêkirin, di hefteya 456'an de ye. Her hefte komek ji Kurd û dostên wan ên li devereke Ewropayê dibe nobedar. Nobedarên vê hefteyê jî koma ji 3 kesan a ji bajarê Mantes la Jolîe ya Fransayê ye.

Çalakî hefteyê 7 rojan saet di navbera 08:30-17:00 de li qadeke ku saziyên Ewropayê lê ne tê meşandin. Çalakgerên hefteya 456'an Kurdên bi navê Yûsûf Karataş, Dîno Madî û Seyfettîn Bîngol e.

Yûsûf Karataş bi navê komê axivî û got, "Rêberê me axa mirî ji ser gelê Kurd rakir. Ew nebûya, tiştekî bi navê Kurdan nedima." Karataş destnîşan kir ku Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e.

Yûsûf Karataş anî ziman ku Nobeda Azadiyê wêneyê têkoşîna bi îrade ya gelê Kurd a zêdeyî 40 salan e û destnîşan kir ku Kurdan bi rêya vê çalakiya dîrokî nîşanî Ewropa û Tirkiyeyê dan ku wê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin.

Yûsûf Karataş got, "Tecrîda li ser Rêberê me li dijî mirovahiyê ye. Tirkiye li dijî mirovahiyê sûc dike" û bi bîr xist ku ji ber vê tecrîdê gelê Kurd li ser rewşa Rêberê xwe nikarin agahiyê werbigire.

Karataş got, "Ji ber tenduristiya Rêberê xwe em bi fikar in" û wiha dewam kir, "Divê dewleta Tirk fêhm bike. Rêbertî ji bo Kurdan xeta sor e. Divê CPT bikeve dewrê. Saziyên Ewropayê divê nebin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Divê tavilê Rêberê me karibe parêzer û malbata xwe bibîne."

Karataş çalakiya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê silav kir û destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê Kurd têkoşîna xwe dewam bikin.