Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 397'an de ye

Çalakiya nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li pêşiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 397'an de bi koma ji Marsîlyayê dewam dike.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li qada ku saziyên Yekîtiya Ewropayê; Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê lê ne, nobed tê girtin.

Nobedarên vê hefteyê jî Yûnûs Yildiz, Vahap Bînîcî, Cîhan Akçîçek û Halîl Kaya yên ji bajarê Marsîlya yê Fransayê ne.

Vahap Bînîcî bi navê çalakgeran axivî û diyar kir ku çalakiya wan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd di asta dîrokî de girîng e. Bînîcî bal kişand ser giranbûna tecrîdkirina Ocalan û destnîşan kir, ku bi rêya tecrîdê li dijî Kurdan şerekî giran tê meşandin.

Vahap Bînîcî ji bo çalakiya nobedê banga xwedîderketina li gelê Kurd kir û anî ziman, Ocalan ji bo gelê Kurd rastiya jiyan û berxwedanê ye, jiyanek bêyî Rêbertî ji bo wan bêwate ye.

Bînîcî destnîşan kir ku li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn tê kirin, li hemberî êrişên dagirkeriyê jî divê ew bi xeta Rêbertî Kongreya Neteweyî ya Demokratîk bi lezgînî pêk bînin.

Nobedarên hefteya derbasbûyî komek ji jinên Kurd ên ji Freîboûrgê bû.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re" di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kiribû. Her hefte komeke cuda ji bajarên Ewropayê tevlî çalakiyê dibin. Mehê herî kêm carekê endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê çalakiyê dewr digirin.