BI DÎMEN

Nils Andersson: Armanca dîrokî ya tecrîdê li Îmraliyê têk çû

Ramanger Nils Andersson anî ziman ku armanc ji tecrîdê şikandina îradeya mirovan e û got, "Yên ku li Îmraliyê têk çûn komploger bûn. Berxwedana Îmraliyê hêza mirov, hêza Ocalan nîşan da."

SERKAN DEMÎREL

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, 26 sal in di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de dîlgirtî ye. Nêzî 43 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve bi piştgiriya beşên cuda yên civakî li qada navneteweyî pêngavek tê meşandin û bi xurtî dewam dike.

Fikrên Abdullah Ocalan li cîhanê, li nava gelan çima gelekî deng vedide? Di nava tengavî û rewşa xitimandî ya sîstema kapîtalîst de girîngiya fikrên Abdullah Ocalan çi ye? Berxwedana li Îmraliyê ya 26 salan û rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê tê çi wateyê? Gelo komploger gihîştin armanca xwe? Yek ji ramangerên Fransayê yên naskirî Edîtor-Nivîskar û Parêzvanê Mafên Mirovan Nils Andersson bersiv da van pirsan.

Di destpêka axaftina xwe de Nil Andersson got, "Ev tecrîda ku zêdeyî çar sal in dewam dike, tecrîda ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve dewam dike, şermek e. Ev tecrîd şerma me ye û şerma Rojava ye ku li pêşberî vê tecrîdê bêdeng dimîne, şirîkê wê ye. Abdullah Ocalan bi biryardarî li ber vê tecrîdê radibe. Tecrîd di heman demê de qanûna kapîtalîzmê jî nîşan dide.

Rexneyên Abdullah Ocalan ên li hemberî sîstema kapîtalîst li ber çavan e. Dixwazim gotineke wî bi bîr bixînim. Ocalan dibêje, 'Lîberalîzm û ezeztî bi giranî weke çarçoveya îdelojîk a bingehîn a kapîtalîzmê tê bilêvkirin, lê belê hegemonya îdeolojîk a kapîtalîzmê şexs ewqasî tecrîd kiriye ku beriya niha ti sîstemê nekariye di vê astê de bike'. Ev tespîta Ocalan gelekî rast e. Bi rastî jî Ocalan ji aliyê vê sîstema kapîtalîst ve hatiye tecrîdkirin û çar sal in bi tenê hatiye hiştin. Rewşeke bi vî rengî ne tê qebûlkirin ne jî em dikarin vê ji nedîtî ve bên."

'CÎHANA ROJAVA FIKRÊN OCALAN JI BO XWE GEFEKÊ DIBÎNE'

Nils Andersson anî ziman ku cîhana Rojava ji bo vîzyona xwe ya cîhanê, şêweyê xwe yê jiyanê û rêbaza xwe ya fikrî ferz bike li Kabûl, Efganistan, Lîbya, Sahel û gelek deverên din şer kir û di vî şerî de ya ji aliyê leşkerî ve bi ser neket yan jî bi ser ket, lê belê ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve timî bi ser neket.

Nils Andersson got, "Cîhan îro di nava şerekî sar de ye. Di dîrokê de cara yekê ye ku Rojava, çi Ewropa çi jî DYE be, êdî bi rewşeke welê re rû bi rû ye ku ne navenda cîhanê ye, bi cîhaneke berevajî vê yekê re rû bi rû ye.

Tevgerên civakî radibin, xwe bi rêxistin dikin, hevrikî û nakokiyên kapîtalîst dikevin nava şer. Hegemonya Rojava ku sala 2000'î mutleq bû, êdî bi wî rengî nîne. Cîhana Rojava êdî ne tenê ji windakirina hegemonya xwe ditirse, di heman demê de ji windakirina serweriya xwe jî ditirse. Li hemberî vê windakirinê xwe diparêze û kesekî weke Abdullah Ocalan ku ji hucreya xwe rexneyê li sîstema kapîtalîst dike, bi rengekî xurt, bi bawer û bi bandor têdikoşe, ji bo sîstema kapîtalîst weke gefekê tê dîtin. Ji ber vê yekê li hemberî rewşa Ocalan, bi taybetî jî li hemberî bombardûman, komkujî, zext û girtina ku li Tirkiyeyê li Kurdan tê ferzkirin, bêdeng dimîne."

'FIKRÊN OCALAN BI RASTÎ JÎ SOSYOLOJIYEKE AZADIYÊ YE'

Nils Andersson diyar kir ku fikrên Ocalan îro ji gelek pirsgirêkan re çareseriyê pêşkêş dike û wiha dewam kir, "Ji ber trajedî û hovîtiya heyî ya li Xeze û Lubnanê, pirsgirêka herêmî di rewşeke hîn hesas de ye. Ev herêma cîhanê niha ketiye bi bandora rîska belavbûna nakokî û şer. Lewma rîskên li vê herêmê di têkoşîna ji bo parvekirina wekhev de girîng e.

Di vir de em bi aliyekî girîng ê fikrên Abdullah Ocalan re rû bi rû ne. Di vir de dixwazim bibêjim, fikrên Ocalan mîna çiyayên Torosê, mîna lehiyeke geş, di dîroka şaristaniyên antîk, bi taybetî jî dîroka şaristaniyên Mezopotamyayê de her wiha bi nêrîna li şaristaniyên Yewnan û Roma ber bi roja me ya îro diherike.

Fikrên Abdullah Ocalan hem di rexnekirina kapîtalîzmê de hem jî di wergirtina dersan a ji serneketina planên şer de ji aliyê herêmî ve sosyolojiyeke rasteqîn a azadiyê ye. Bi balê dikişîne ser mijareke gelekî girîng; destnedana sînoran ku di mermerê hiqûqa navneteweyî de pîvaneke ku dest lê nayê dayin.

Ev xumamiya sînoran li pêşiya xweseriya gelê Kurd a li nava Tirkiyeyê, yan jî li pêşiya azadiya gelê Rojava bêyî destwerdaneke ji derve ve, yek ji astengiyên herî esasî ye. Hebûna sînoran îro yek ji pirsgirêkên bingehîn e û Ocalan vê yekê bi taybetî destnîşan dike. Her kes pê zane ku cîhan mozaîkeke gelan, olan û çandan e. Her gelek, her nifûsek li her parzemînekê xwedî dîrokekê ye. Lê belê bi şer û mêtingeriyê sînorên dewletan, cografya sînorkirî û herêmên olî û çandî hatine afirandin. Ji ber vê yekê fikrê Abdullah Ocalan ji bo azadiya civakî û nêzîkatiya li rizgariyê gelekî girîng e. Ji ber ku di serî de ji gelê Kurd ji van gelan hemûyan re maf nas dike.

Dixwazim bibêjim ku Rojhilata Navîn di navenda vê meseleyê de ye ku beşeke mezin a gelê Kurd lê dijî. Çareseriyên ku ji bo çareserkirina vê rewşê tê destnîşankirin, divê sînorên ji dîrokê, mêtingeriyê û emperyalîzmê weke mîrate maye, li ber çavan bêne girtin."

Nils Andersson li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê têkildarî azadiya jinê jî got, "Mîna ku Abdullah Ocalan dibêje, 'Heta ku jin aazad nebe, civak û mêr azad nabe', yek ji ya din cuda nîne. Ev yek pîvana bingehîn a Ocalan e, bi taybetî li cîhaneke ku azadiya jinê gelekî girîng û hêja ye. Ocalan bi xurtî xwedî li vê pîvanê derdikeve û destnîşan dike ku heta jin azad nebe civakeke nû, yan jî civak nabe civak. Ocalan diyar dike ku azadiya jinê di heman demê de azadiya mêr bi xwe ye."

'HER KESÊN XWE DEMOKRAT DIBÎNIN DIVÊ DAXWAZA AZADIYA OCALAN BIKIN'

Andersson destnîşan kir ku nêzîkatiya li Ocalan encama hevsengiyeke hêzê ye; hevsengiyeke hêzê ya navbera hêzên gel a demokratîk û hêzên kapîtalîzm û emperyalîst e û got, "Divê em vê hevsengiya hêzê biguherînin. Weke ku em zanin ev hêsan nîne, pirsgirêkeke demdirêj e. Lê belê ev yek hevsengiyeke hêzê ye û bêyî çalakiyê jî nayê guhertin. Divê em mirovan qanih bikin. Çawa çêdibe ku mirov îro ji ber fikrê xwe girtî ye? Mîna ku Antonio Gramsci hate giritn, mîna ku Mandela 25-30 salan li girtîgehê hate hiştin. Mîna ku îro li Fransayê Georges Abdllah 40 sal in girtî ye. Li Fîlîstînê Marwan Barghouti heye, li cîhana Çermsoran Leonard Peltier heye. Mehkûmkirina van mirovan çawa dibe? Bi girtina mirovekî hûn ê çawa karibin pirsgirêkekê çareser bikin. Divê ev yek bê lêpirsîn.

Tecrîd ne pirsgirêka bi tenê ya demokrasiyê yan jî mirovî ye, ne tenê pirsgirêka şoreşê yan jî siyasetê ye. Her kesên xwe demokrat dibînin, divê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemûyan bikin. Em çawa dikarin hestên demokratîk hişyar bikin? Mesele guhertina rejîman nîne, mesele veguhertina vê hesta demokratîk e. Divê bang li hemû hikumetan, welatiyan, her kesî bê kirin; bêyî ku serî li zext û zorê bidin, ji bo guhertinê divê em amûrên li ber destê xwe hemûyan bi kar bînin. Qet nebe mehkûman serbest berdin, destûrê bidin ku xwe îfade bikin û bijîn.

Abdullah Ocalan bi rastî jî mînakek e. Bi vî rengî gotibû, 'Hevrêyên min, dostên min welê difikirin ku trajediyek bi serê min ve hatiye. Lê belê divê hûn bi vê zanibin, eger ev trajedî nebûya min ê nekarîbûya jiyana azad nas bikira'. Ev gotin, ji bo me, ji bo dijminên me, ji bo yên ku dikarin wateya wê fêhm bikin, bi dersan têr û tijî ye. Ji ber vê yekê divê em bi xurtî bixwazin ku Abdullah Ocalan azad bibe."

'DEMA KU OCALAN DIBE MIJAR, TECRÎD TENÊ TÊKÇÛN E'

Nils Andersson destnîşan kir ku armanca dîrokî ya tecrîdê şikandina îradeya mirov e, têkbirina îradeyê ye û got, "Mesele ne tenê îzolekirina mirovekî ji cîhanê ye; mesele astengkirina xwendina nivîsên wî ye, yan jî astengkirina bihîstina dengê wî ye. Armanca esasî şikandina îradeya mirov e, hewldana ji bo şikandina îradeya mirov e.

Lê belê dema Ocalan dibe mijar, mirov dikare bibîne ku ev yek bi rengekî mutleq têk çûye. Îradeya Ocalan nikare bê şikandin, ji ber ku baweriya xwe heye, vîzyoneke xwe ya civakî heye, artêşeke xwwe ya şoreşger heye ku ji bo azadiya gel û mafan têdikoşe. Lewma nikarin îradeya Ocalan bişikînin.

Mîna bikaranîna êşkenceyê, tecrîd jî bi kêr nayê. Tê gotin, êşkence mirovan ditirsîne; lê belê me ti carî nedît ku êşkenceyê gelek têk biriye. Mînaka Cezayîrê vê yekê nîşan dide: li gel tundiya sîstema mêtingeriyê jî gelê Cezayîrê dest ji têkoşînê berneda û heta bidestxistina serxwebûnê têkoşiya. Ti rê nîne ku karibe ruhê gelekî bişikîne. Tecrîd di mejiyê paşverû û emperyalîstan de efsaneyeke e, lê belê nabe. Ocalan mînaka vê ye. Li gel tecrîdê jî dinivîsîne, difikire û vê yekê jî bi hêzeke bêhempa dike. Di nava şert û mercên tecrîdê de bi karên xwe yên serketî fikir diafirîne. Ev yek jî bi şênberî nîşan dide ku hevrik û dijminên Ocalan bi ser neketin."

'AZADKIRINA OCALAN WEZÎFEYA ME HEMÛYAN E'

Di dawiya axaftina xwe de Nils Andersson got, "Divê dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan bê anîn û Ocalan azad bibe. Divê dawî li vê şermê bê anîn û Ocalan azad bibe. Azadkirina Ocalan jî wezîfeya me hemûyan e."

Nils Andersson kî ye?

Fredy-Nils Andersson ê 91 salî ku bi giranî weke Nils Andersson tê naskirin, ramangerek, edîtor û nivîskarekî Swîsreyî-Fransî yê bi eslê xwe ji Swêdê ye. Nils Andersson bi taybetî bi sekna xwe ya dijberiya li mêtingeriyê û bi helwesta xwe ya alîgiriya aştiyê tê naskirin. Ji ber nivîsên xwe yên ji bo piştevaniya şervanên Vîetnamî û têkoşîna serxwebûnê ya Cezayîrê, her wiha bi gotarên xwe yên li ser fikrên Mao Zedung sala 1966'an ji Swîsreyê hate dersînorkirin.

Piştre li Fransayê bi cih bû û jiyana xwe ya perwede û polîtîk li vir dewam kir. Nils Andersson ku gelek pirtûkên xwe hene, bi sekna xwe ya li dijî mêtingeriyê û piştgiriya xwe ya ji bo tevgerên azadiyê yên li cîhanê fîgurekî girîng ê li qada entelektuel û siyasî ye.

Nils Andersson ji bo çapa Fransî ya pirtûka 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşgotin nivîsî.