Nijadperestî li Bîelefeld, Ûlm û Stûttgartê hate şermezarkirin

Çalakiyên li dijî nijadperestiyê dewam dikin, ku piştî kuştina George Floyd li DYE'yê dest pê kirin. Li bajarên Bîelefeld, Ûlm û Stûttgartê bi beşdariya bi hezaran kesî çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiyên li dijî nijadperestiyê dewam dikin, ku piştî kuştina George Floyd li DYE'yê dest pê kirin. Li bajarên Bîelefeld, Ûlm û Stûttgartê bi beşdariya bi hezaran kesî çalakî hatin lidarxistin.

BÎELEFELD

Meşa li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Meşa ji bo şermezarkirina nijadperestiyê pêk hat, saet di 15:00 de ji du baskan dest pê kir.

Baskekî meşê ji stasyona trenê ya navendî ya Bîelefeldê, baskê din jî ji ber Kesselbrînkê dest bi meşê kir.

Çalakî bi banga rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger a Elman (RJ) pêk hat û her du baskên meşê li navenda bajêr gihîştin hev.

Gelek rêxistin û tifaqên çep ên li Bîelefeldê tevlî çalakiyê bûn. Ciwanên Kurd jî bi wêneyên Kasim Engîn û al, pankartên xwe beşdarî meşê bûn.

Çalakvan piştre li navenda bajêr meşiyan û li Ravensberger Parkê dawî li çalakiya xwe anîn.

STÛTTGART

Çalakiya li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî li Cannstater Wasenê pêk hat.

Di çalakiyê de ku saziyên çep û sosyalîst piştgiriya wê kir, dirûşma "Edalet nebe aştî jî nabe" hate qîrîn. Di çalakiyê de işaret bi nijadperestiya li Elmanyayê jî hate kirin û êrişa nijadperestî ya li Hanaûyê hate bibîrxistin.

Piraniya beşdaran tîşortên reş li xwe kirin û pankartên bi nivîsa "Jiyana reşikan hêja ye", "Elmanya bêguneh nîne", "Nefret neke ji ber ku ez reşik im" hildan.

ÛLM

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê jî mîtîng li dijî nijadperestiyê pêk hat û zêdeyî 2 hezar kes tevlî bûn.

Çalakgeran çok danîn û 8 deqe û 46 saniyeyan deqeyek rêz girtin.

Di xwepêşandanê de dirûşma "Bijî piştevaniya navneteweyî" hate qîrîn û nijadperestî hate şermezarkirin.