BI DÎMEN

Newroz li Strasboûrgê hate pîrozkirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Strasboûrgê bû got, "Di Newroza 2024'an de peyama ji bo têkoşîna heta azadiya Rêber Apo hate dayin."

Newroz li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi coş hate pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê, mizgîniya HPG'ê hate silavkirin û hate destnîşankirin ku heta misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîn dewam bike.

Di pîrozbahiyê de berxwedana Abdullah Ocalan ali Îmraliyê, berxwedana gerîla û hemû berxwedêr hatin silavkirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Di pîrozbahiyê de ku bi coş derbas bû endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar axivî û anî ziman ku Newroza 2024'an li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.

Aydar got, "Gelê me di pîrozbahiyên Newrozê de bi rengekî girseyî daxwaza azadiya Rêber Apo kir. Her wiha peyama wê yekê da ku li dijî her cûre êrîşên dewleta Tirk wê têkoşîna xwe mezin bike."

Zubeyîr Aydar anî ziman ku hilbijartinên xwecihî yên îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêne kirin hilbijartinek nîne, lê referandûm e û got, "Gelê Kurd di vê hilbijartinê de bi dengê xwe divê îradeya xwe careke din nîşan bide." Aydar got, "Di hilbijartinên xwecihî de her dengekî bê bikaranîn wê bibe bersivek li dijî polîtîkaya qeyûm, dagirkerî û komkujiyan a dewleta Tirk."

Di pîrozbahiya Newrozê de hunermendên TEV-ÇAND'ê Sîdar Amedî, Farqîn Azad, Dilovan, Seher Stran, Şerîf Omerî û Seyda Perînçek derketin ser dikê. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman bi dawî bû.