Newroz li Hambûrg, Karlsrûhe û Dortmûndê hate pîrozkirin

Li bajarên Hambûrg, Karlsrûhe û Dortmûnd ên Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê bi coşek mezin Newroz hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûna xwe jê re çêkirî, li ber Stasyona Trenê hate lidarxistin.

Di pîrozbahiya ku jin bi cilên xwe yên neteweyî tevlîbûyîn de deqeyekê rêz hate girtin û Hevserokê NCDK Hambûrgê Selahattîn Irmak, li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hambûrgê Serhat Çetînkaya axivîn û diyar kirin ku Newroz serhildana li dijî zilm û bêmafiyê ye.

Pîrozbahiya ku heta seatên dereng jî dewam kirî, bi berzkirina dirûşmeyên “Newroz pîroz be”, “Bijî Newroza Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

Li bajarê Karlsrûhe ya Elmanyayê jî Newroz hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku NCDK’ê organîze kirî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di pîrozbahiya ku bi axaftinên derbarê Newrozê dom kirî de, agir hate pêxistin û dîlan girtin.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê jî ciwanan Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sînevîzyonê hate temaşekirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” û bi muzîkê û girtina dîlanê bi dawî bû.