Newroz li bajarê Karlstad hate pîroz kirin

Newroza 2023’yan li bajarê Karlstad a Swêd bi tevlîbûna sedan kes hate pîrozkirin.

Li bajarê Karlstadê ya Swêd Newroz bi beşdariya bi sedan kes hate pîroz kirin. Li ser navê Partiya Çep Parlementer Hakan Sveneling axaftin kir. Sveneling Cejna Newrozê li tevahî gelan pîroz kir û diyar kir ku ew weke partî û kes piştgirî didin HDP’ê û girtiyên zindanan.

Şahiya Newrozê bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.