Newroz bi ruhê Garê li Berlînê hate pîrozkirin
Li Berlîna paytexta Elmanyayê, bi tevlêbûna bi hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin.
Li Berlîna paytexta Elmanyayê, bi tevlêbûna bi hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin.
Bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Berlîna paytexta Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de, li ser navê komîteya amadekar daxuyaniyek hevpar hate xwendin.
Piştî ku li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de hate kirin, berdevkê FED-KURD’ê ji bo pîrozkirina Newrozê axivî.
Di axaftinên li ser navê TJK-E’yê de jî Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û girtiyên siyasî pîroz kirin.
Pîrozbahiya Newrozê, bi pêxistina agir û dîlana li dora agir bi dawî bû.