Neviyê Seyîd Riza çû ber dilovaniya xwe -NÛ BÛ

Neviyê Seyîd Riza Rustem Polat ê 72 salî li bajarê Maînzê yê Elmanyayê bi krîza dil çû ber dilovaniya xwe.

Neviyê yek ji pêşengê serhildanên Kurd Seyîd Riza, Rustem Polat ê 72 salî ku li Maînzê ya Elmanya dijiya, bi krîza dil çû ber dilovaniya xwe. Piştî merasîma cenaze ku li Mala Cemê ya AKMC'ê ya Gustavbûrgê, sibe wê were kirin, li ser qewîtiya Polat cenaze li gundê Pîxamî ya Xozata Dersimê wê were bicihkirin.

Zarokên Polat ji bo ku cenaze bînin Dersimê hewl didin. Polat tevahiya jiyana xwe di ber dîtina cenazeyê kalikê xwe Seyîd Riza û rêberên din ên Dersimê da, ku hatibûn darvekirin. Polat digot, ''Ez dixwazim serdana gora kalikê xwe bikim, li ber çirayê diayan bikim.''