Nerazîbûnên li dijî desteserkirina şaredariyan ên li Ewropa didomin

Kurdistanî û dostên wan ên li Fransa, Swîsre û Elmanyayê daketin qada dagirkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê protestokirin.

Li paytexta Fransa Parîs, dîsa bajarê Marsîlya û Bordeaûx, bajarê Zûrîh ê Swîsre û Hambûrg ê Elmanyayê bi çalakiyên hatin kirin qeyûm hatin protestokirin.

PARÎS

Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşengtiya Platforma Demokrasî ya Parîsê li paytexta Frnasa Parîsê daketin qadan bi meş ku li Qada Repûbîlîqe ku saet 18:00’an lidar xistin, qeyûm protesto kirin. Di çalakiyê de bi sedan belavokên têkildarî desteserkirina şaredariyan hatin belavkirin. Her wiha li Qada Chateleyê mîtîngek hate kirin.

MARSÎLYA

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên di saetên şevê de li Qada Cenebîere ya bajarê Marsîlya ya Fransayê hatin ba hev bi çalakiyeke girseyî qeyûm protestokirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TJK-E’yê hatin vekirin. Her wiha li vir jî mîtîngek hate kirin û bal hate kişandina ser hişmendiya dagirker a AKP/MHP’ê ya li ser şaredariyên HDP’ê.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî Kurd û dostên xwe desteserkiaina şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê bi çalakiyeke ku li ser Rêya Saînte Catherîne protestokirin. Belavok hatin belavkirin û hevserokê CDK-Bordeaûx Mehmet Varto axivî û got çi dibe bila bibe wê li her derê AKP/MHP’ê tehşîr bikin.

ZURÎH

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Qada Rathoûsbruck bi tevlîbûna Swîsreyî, Tirkiyeyî, Kurdistanî û derdorên wê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsre (ÎDGB) ev hate gotin: “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û desteserkirina wê em ê bi hev re têbikoşin. Her wiha li ser navê Partiya Keskan Katharîna Prelîcz-Hûber, li ser navê Partiya Sosyalîst (PS) Marco Denoth, ji Komîteya Pira Biratiya Zurîh-Amed Ûrs Skînger, ji Rêxistina Jinan a Femînîst a Enternasyonalîst Şoreşgera jin a Baksî Nkane Txapartegî û hevşaredarê berê yê Êlihê Nejat Atalay si çalakiyê de axvîn.

HAMBÛRG

Bi tevlîbûna Kurdisanî, Platforma Demokrasî ya Hambûrg, ATÎK, AGÎF, hevparên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê desteserkirina qeyûman hate protestokirin. Parlementerê Partiya Çep ê Hambûrgê Denîz Çelîk, dîsa ji Platforma Demokrasiyê ya Hambûrg Devrîm Rênas û aktivîsta jin Anja Flace axivîn.