Nerazîbûna li dijî qedexekirina nîşaneya serketinê

Pêşnûme qanûna li ser qedexekirina gelek nîşaneyan ku nîşaneyên Nîjadperestan û Rabîa jî di nav de ye, li Meclîsa Awûstûryayê hat qebûlkirin. Ji bo nîşaneya serketinê ku nîşaneyeke gerdûnî ye gotin, 'sembola PKK'ê ye' û ew jî li pêşnûmeyê hate bicihkirin.

Hikumeta mûxafazakar-rastgir a li Awûstûryayê, bi navê 'têkoşîna li dijî nêrînên tund û radîkal' li ser pêşnûme qanûneke nû dixebitî. Li gorî vê pêşnûmeyê, li kesên ku sembol û nîşaneyên tên qedexekirin bikin, wê cezayê pere bê birîn. Pêşnûme qanûn piştî ku li Desteya Wezîran hate nirxandin, pêşkêşî Meclîsa Awûstûryayê hate kirin.

Tevî ku partiyên li mûxalefetê; Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO), Partiya Lîberal a Nû û "Lîste Pîlz" li dij derketin jî, pêşnûme qanûn bi dengê parlamenterên Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) û Partiya Azadiyê ya Awûstûryayê (FPO) ku partiyên hikumetê ne, hate qebûlkirin.

Tê payin ku qanûna li meclîsê hate qebûlkirin, ji 1'ê Adara 2019'an û pê ve bikeve meriyetê. Kesên ku li gorî qanûnê tevnegerin û nîşaneyên qedexekirî bikin, wê neçar bên hiştin ku destpêkê 4 hezar Euro cezayê pereyan bide. Eger sûc cara duyemîn bê dubarekirin wê neçar bimînin 10 hezar Euro bidin.

Wezareta Karên Hundir di çarçoveya qanûnê de "lîsteyeke reş" amade kir û gelek nîşaneyên siyasî di nav de bi cih kir.

Li gorî pêşnûmeyê, ne tenê li deverên vekirî, li mizgeft û deverên din ên girtî jî, ev nîşane hate qedexekirin. Di destpêka lîsteyê de nîşaneya Rabîa heye ku Serokê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gelekî jê hez dike û timî dike. Nîşaneya Bozkûrt a ku nîjadperestên Tirk dike, di lîsteyê de cih girt. Her wiha sembolên ku rejîma Nazî, rêxistina terorê DAÎŞ û El Qaîdeyê bîne bîra mirovan jî hatin qedexekirin. 

Lê tişta balkêş û sosret ew e ku nîşaneya serketinê ku nîşaneyeke gerdûnî ye, bi navê 'PKK'ê li lîsteya qedexekirinê hatiye bicihkirin. Vê yekê li Awûstûryayê rê li ber nerazîbûnan vekir. 

KURD LI DIJÎ QEDEXEYÊ SERÎ LI DADGEHÊ DIDIN

Rêveberê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê Osman Ayaz ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku biryara hikumetê ne ya qebûlkirinê ye.

Ayaz diyar kir, wê bi rengekî demokratîk li ber biryarê rabin û got, "Ji bo ev biryar were betalkirin em ê heta dawiyê mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin û serî li dadgehê bidin." Kurdistanî û dostên wan ên li Awûstûryayê, wê roja Şemiyê beşdarî meşa li dijî hikumetê bibe ku tê payin bi beşdariya 50 hezar kesî li Viyanayê pêk were. Kurdistanî wê nerazîbûna xwe ya li dijî qanûnê nîşan bidin.