NCKD a Pfozhemîmê kongreya xwe lidar xist
NCKD a li bajarê Pforzheîm a Elmanyayê kongreya xwe ya 7’an lidar xist.
NCKD a li bajarê Pforzheîm a Elmanyayê kongreya xwe ya 7’an lidar xist.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Pforzheîm kongreya xwe ya 7’an lidar xist. Di kongreyê de berxwedêrên grevan hatin silavkirin û banga xwedîderketinê li berxwedêran hate kirin.
Kongeya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir rapora xebatê ya salê hate xwendin û nirxandin.
Siyasetmedarê Kurd Faysel Sariyildiz ê di kongreyê de axivî got: “Leyla Guven rûmet û wijdana me ye, 156 roj e li ber xwe dide. Divê di demek zû de bersivek ji bo vê berxwedanê bê dayîn yan jî tu kes nikare hesabê vê yê wijdanî bide.
Kongreya ku bi dehan kes tevlîbû bi hilbijartina meclîsa ji 26 kesan pêk tê ve bidaw bû.