NCDK Stockholmê li dijî faşîzma Erdogan û bêdengiya NATO’yê çalakî lidar xist
Li Stockholmê bi pêşengiya Komîteya Rojava ya Swêdê li dijî faşîzma şefê faşîst Erdogan û bêdengiya NATO’yê, çalakiyek hat lidarxistin.

Li paytexta Swêd Stockholmê li dijî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê dike û bêdengiya NATO’yê ya li hemberî wê, bi pêşengiya Komîteya Rojava ya Swêdê çalakiyak hat lidarxistin.
Di çalakiyê de alên PKK’ê û pankartên ku bêdengiya NATO’yê protesto dikin, hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên ku bêdengiya NATO’yê ya li hemberî sûcên Erdogan protesto dikin, hatin berzkirin.