Navenda Olof Palme: Daxwazên çalakgeran qanûnî û rewa ne

Seroka Navenda Olof Palme ya Navneteweyî Anna Sundstrom destnîşan kir, daxwazên girtiyên ji bo bidawîbûna tecrîdê ketine greva birçîbûnê rewa û qanûnî ne

Sundstrom bi bîr xist, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên Tirkiyeyê de bajarên mezin ketine destê mûxalefetê û ev yek jî derbeke ku li Erdogan ketiye. Sundstrom destnîşan kir, encamên hilbijartinê hêviyê didin mirovan.

Sundstrom anî ziman, encamên hilbijartinê nîşan dide ku êdî piraniya mirovan polîtîkayên neteweperestiyê yên Erdogan lêpirsîn dikin û paşerojeke cudatir dixwazin.

Şaredariyên HDP'î yên bi destê qeyûman hatibûn desteserkirin, ji nû ve hatin qezençkirin, lê belê vê carê hinek ji wan bi hinceta 'dûrketina ji kar a bi biryarnameyê' radestî HDP'ê nehatin kirin. Sundstrom li ser vê mijarê jî got, "Bi sûcdariyên bê bingeh, mafên demokratîk ên mirovan tên desteserkirin."

Seroka Navenda Olof Palme ya Navneteweyî ku li paytexta Swêd Stockholmê ye, Anna Sundstrom bal kişand ser girtina endam û rêveberên HDP'ê û got, "Ev rewş demeke dirêj e didome û cihê tirs û fikaran e. Ev yek rê li ber otosansurê vedike. Dixwazin li pêşiya mirovan bibin asteng ku nikaribin nêrînên xwe eşkere bikin."

DAXWAZÊN LEYLA GUVEN Û ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ QANÛNÎ Û REWA NE

Sundstrom destnîşan kir, li gorî wan daxwazên Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê qanûnî û rewa ne û got, "Cihê fikaran e ku Ocalan demeke dirêj e nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Mehkûm jî di nav de divê mafên girtiyan hemûyan bên qebûlkirin. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere ku wê bi xwe jî mohra xwe daniye binî."

Sundstrom got, wê li ser mijarê bi Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom re biaxive.