NAV YEK’ê Newroz pîroz kir
Navenda Yekîtiya Komelên (NAV YEK) Êzidî bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir.
Navenda Yekîtiya Komelên (NAV YEK) Êzidî bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir.
NAV YEK bang li hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî ji bo civaka Êzdiya kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û bi ruhê serkeftinê tevlî pengava Newrozê û xebatê demê bibin.
Daxuyaniya NAV YEK’ê wiha ye:
“Di serî de em weke saziyê civaka Êzdiya Newroza 2020 li Rêberê Gelê Kurd, li gelê Kurdistanê, li tevahiya mirovahiyê û civaka Êzdiya pîroz dikin. Em hêvidarin Newroza 2020 ji bo gelên rojhilatanavin bibe mebesta aṣtiçî, yekîtî, azadî û demokrasiyê.
Newroza 2020 ji hemû Newrozê derbasbûyi bêtir xwedî wateyeke girîng e. Ji ber ku ṣerê vînê di asta herî bilind de tê berdewamkirin.
Armanc û hewldanê dewleta AKP-MHP ew e ku vîna gelê me biṣkêne, destkeftiyê gelê me têk bibe û siyaseta înkar û tunekirin li ser gelê me ferz bike.
Her weha tecrîta giran kirî li ser Rêberê Gelê Kurd berdewam dike û bi êrîṣê hovane tên ser Tevgera Azadiyê û gelê Kurd. Li diji konsepta tunekirinê, têkoṣîna gelê kurd li Kurdistanê, li Ṣengalê û hemû qadê jiyanê di asta herî bilind de berdewam dike.
Banga me ji bo hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî ji bo civaka Êzdiya, yekîtiya xwe xurt bikin û bi ruhê serkeftinê tevlî pengava Newrozê û xebatê demê bibin.
Bi van bîr û baweriyên xurt em cardin cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd, li berxwedanvanê zindana, li hemû hêzên parastina gel, li tevahiya gelê Kurdistanê, li civaka Êzdiya û hemû mirovahiyê pîroz dikin.”