Nasnameya şervanê enternasyonalîst ê şehîd bûbû hate eşkerekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şervaneke xwe yê enternasyonalîst ku di encama nexweşiyekê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand ku tê de nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Duh 13’yê Sibatê endamê hêzên me li Kobanê Samo Xosteyî Bebî piştî nexweşiyeke giran gihîşt şehîd bû.

Şehîd Samo ji yekemîn şerevanên enternasyonalîst e ku banga mirovahî ya parastina bajarê Kobanê û gundewarên wê ji tarîtiya terora tundraw ku gef li tevahî mirovahî û cîhanê dixwar, bersivand.

Temenê wî li pêş bersivdana banga parastinê nebû asteng. Baweriya wî bi rêgezên parastinê mezin bûn û destanên lehengiyê ji dema gihiştina herêmên Rojava bi taybet Kobanê neqişadin.

Şehîd Samo nimûneyeke zindî ya rihê biratî, mirovatî û fedakariyê bû, her wiha xwediyê hêviya mezin a bidawîkirina tevahî rêxistinên terorî yên ku gef li hebûna mirovahî, rihê edalet, wekhevî û azadiyê dixwar, bû.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiya malbata şehîd Samo dikin û soz didin tevahî şehîdên azadiyê li ser rêça wan bimeşin ku parastina destkeftiyên gel bikin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Samo Bebî
Navê Dayikê: Gulîzar
Navê Bav: Xosteyî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Rûsya 1954
Dîroka Tevlêbûnê: 25.05.2015
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê 13.02.2020