Namzeta Keskan a ji bo serokwezaretiyê Baerbock e

Partiya Keskan a Elmanyayê ku salên dawî dengê xwe zêde kiriye, ji bo hilbijartinên giştî yên 26'ê Îlonê namzeta xwe ya serokwezaretiyê eşkere kir. Hevserok Annalena Baerbock wê di rêza destpêkê de namzeta Keskan be.

Tevna Karên Nivîsê ya Elmanyayê (RND) ragihand ku Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Keskan ji bo serokwezaretiyê biryar li ser namzetiya Annalena Baerbock daye. Lê belê biryara rêveberiya partiyê wê di civata giştî ya partiyê de ku wê 11-13'ê Hezîranê pêk were, diyar bibe. Li gel Baerbock, hevserokê partiyê Robert Habeck jî tevlî pêşbirka namzetiyê bûbû.

Ji partiyên muxalefetê yên Elman Partiya Keskan ji sala 2018'an û vir ve li gorî anketan ew partiye ku herî zêde dengê xwe bilind kiriye. Di halê hazir de jis edî 20 ê dengan werdigire. Bi vî rengî piştî Demokratên Xiristiyan tê gotin ku wê di hilbijartinên 26'ê Îlonê de bibe duyemîn partiya herî mezin a welêt.

Di vê navberê de li Partiyên Yekîtiya Xiristiyan krîza namzetiya serokwezaretiyê dewam dike. Hevdîtinên navbera Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Armin Laschet û Seroka Giştî ya Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU) Markus Söder de ku heta şeva 18'ê Nîsanê dewam kir, bêencam ma. Israra Laschet û Söder a di namzetiya serokwezaretiyê de dengê Demokratên Xiristiyan kêm dike. Tê payin ku partiyên CDU û CSU herî dereng heta sibe biryarê li ser namzetiya endamekî bide.

Bi heman rengî li nava Partiya Çep jî nîqaşên li ser namzetiya serokwezîr dest pê kir. Susanne Hennig-Wellsow ku meha Sibatê bû hevseroka partiyê bi lez tevgeriya û li Eyaleta Thuringenê ku weke keleha Partiya Çep tê naskirin li herêma hilbijartinê ya Erfurt-Weimar-Weimareyê namzetiya xwe eşkere kir.