Mordem Rêber li Bernê hate bibîranîn

Riza Çelîk (Mordem Rêber) ê 17’ê Çileya 2015’an li Hesekê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Bern a Swîsreyê hate bibîranîn.

Di bîranînê de ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê (NCKD-Bern) hate lidarxistin, deqeyek rêz hate girtin.

Di dewama bîranînê de li ser navê Komîtyona Malbatên Şehîdan a Swîseyê axaftin hate kirin. Her wiha li ser navê Nûnertiya PYD a Ewropa jî Zozan Derik axivî û got: “Erka me ya serekî ye ku em xwedî li mîrasên şehîdan derkevin. Bi xwedîderketina li têkoşîna şehîdan ên li dijî êrîş û qetlîaman canê xwe dane derketin enceq wê gavê em dikarin têkoşîna wan bigihînin serketinê.”

Piştî Dêrik li ser navê KCDK-E Demîr Çelîk axivî û bal kişand ser yekîtiya netewî ya gelê Kurd û pêvajo nirxand.

Birayê Mordem Rêber jî axivî û hestên xwe anî ziman û bîranîn bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve bi dawî bû.