Meşvanên Meşa Dirêj wê sibe li Strasboûrgê bin

Meşvanên Meşa Dirêj a Basel-Strasboûrg beşa 6’an a meşê bi coş bi dawî kirin. Meşvan wê sibe bi baskê Lûxsemboûrgê li Strasboûgê bigihêjin hev û ber bi Konseya Ewropayê ve bimeşin.

Meşa meşvanên Meşa Dirêj a ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê li Baselê heta Strasboûrgê dabû destpêkirin di roja 6’ê de bi dawî bû.

DIRÛŞMA JI OCALAN RE AZADÎ LI HER DERÊ OLAN DA

Meşvanan di saetên sibê de ji bajarê Sêlestad a Frandayê dest bi meşê kirin, di nava rojê de 20 km meşiyan û di saetên şevê de beşa îro ya roja 6’ê li Belfend a Fransayê bi dawî kirin. Tevahiya rojê dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Bijî Berxwedana zindanan’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ qîr kirin û komploya navneteweyî şermezar kirin.

Meşvanan bal kişandin ser berpirsyariya hêzên navnetewey ya li ser tecrîda giran a li ser Ocalan û da diyarkirin ku wê bi berxwedanê tecrîd bişkênin.

WÊ BER BI KONSEYA EWROPAYÊ VE BIMEŞIN

Meşvanên ku 6 rojan meşîn 125 km rê çû, sibe bi otobusan bigihêjin Strasboûrgê. Wê ji Place Klaber Strasboûrgê û ji Lûxsamboûgrê jî wê bi baskên Strasboûrgê re bibin yek û wê ji vir jî ber bi Konseya Ewropayê ve bimeşin.