Meşvanên li dijî tecrîdê gihiştin Marco Polo yê

Ciwanên Kurd ên li Yewnanistanê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirin, di roja 2’an de gihiştin bajarokê Marco Polo yê.

Roja 2’an a meşa dirêj a ji Lavrîo heta Atîna bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurdistanê li Yewnanistanê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmeha 1998’an û destekkirina pêngava KCK’ê dayî destpêkirin, temam bû. Ciwanên ku îro saetên sibê dest bi meşê kirin, 20 kêlometre meşiyan û xwe gihandin bajarokê Marco Polo yê.

Ciwanên ku tevahiya meşê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê û KCK’ê hildan, wesayîtan jî bi kornayên xwe ew piştgirî kirin. Ciwanan bi dirûşman komplo û tecrîd şermezar kir û daxwaz azadiya Ocalan kir.

Ciwanên ku wê şeva xwe li bajarokê Marco Polo yê derbas bikin, wê saetên sibê meşa xwe bidomînin.