Meşvanên Meşa Dirê a ji bajarê Basel ê Swîsreyê ketin rê û gihiştin Strasboûrgê, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê li meş û mîtînga ku tê payîn roja Şemiyê li Strasboûrê bê lidarxistin kirin.
‘JI BO MIRIN PÊK NEYÊ, HER KES BERÊ XWE BIDIN STRASBOÛRGÊ’
Di meşê de Parlementerê berê yê HDP’ê Faysel Sariyildiz axivî û diyar kir ku Komploya Navneteweyî di kesayetiya Ocalan de dorpêçek 20 salî ye li ser gelê Kurd e. Yildiz got: “Di demek gelek krîtîk de bi pêşengtiya hevrêya me Leyla Guven berxwedana pêş ketî daxwazên hemû gel tîne ziman.
Yildiz domdarî got: “Dibe her kêlî di berxwedanê de em hevrêyeke xwe winda bikin. Ev wê li ber çavê bi milyonan Kurdî pêk were. Ji bo em nebin şahidê vê yekê, ji bo parastina ruhê hevrêyên xwe yên ji bo daxwazên civakê canê xwe dane mirinê pêk bên, divê em hemû gelên li Ewropayê dijîn 16’ê Sibatê li Strasboûrgê bin.”
AYDOGAN: JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ Û LEYLA GUVEN NEMIRE EM BIHEVRE BIN
Çalakgera meşa dirêj û Parlamentera HDP’ê Nûseyl Aydogan jî komploya navnetewî şermzar kir û gwiha got: “Komploya ku beriya 20 sal an hatî kirin îro bi tecrîda girankirî didome. Li dijî vê bi pêşengiya çalakgerên greva birçîbûnê berxwedaneke mezin tê raber kirin. Ji bo silavkirina çalakiya berxwedana Leyla Guven ku 100 roj in didome û ji bo xwedîderketina li daxwazên wê, ji bo şermezarkirina komployê em hemû gelê xwe yê li Ewropayê vedixwînin meş û mîtînga sibê ya li Strasboûrgê. Ji bo rakirina tecrîdê, ji bo ku Leyla Guven ne mire em bihevre bin.”
AKTAŞ: BI RUHÊ 99’AN EM LI STRASBOÛRGÊ BICIVIN
Çalakger Kemal Aktaş jî wiha got; “Çawa ku Serok Apo dema hate girtin mirovan bedenên xwe kir topên agir îro bi ruhê cûda yê mîlîtran bi pêşeniya rêheval Leyla Guven û îro bi sedan hevalên me bedenên xwe dihelînin û bi şêweyekî cuda yê çalakiyê komployê şerzar dikin û daxwaza bidawîkirina tecrîdê dikin. Daxwazên van hevalên me daxwazên hemû gelê Kurd e û erka me hemûyan e ku em xwedî lê derbikevin.
Aktaş wiha domand: “Di pêvajoyekî wiha de meş û mîtînga ku 16’ê Sibatê li Strasboûrgê were lidarxistin divê her kes beşdarbûn ji bo xwe weke erkekê bibîne. Herkes weke xeleqa 1999’an a gel, divê li her derê rabe ser pêyan sibê li Strasboûrgê kom bibn û bihevre em daxwazên hevala me Leyla Guven qîr bikin. Hem ji bo azadî û ewlehiya Rêber Apo bi dengekî bihêz em lihev bicivin.”