BI DÎMEN

Meşvanan polîsên Elman protesto kirin

Polîsên Elman êrîş birin ser meşa dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo ji Heilbronn heta Strasbourg destpê kirî. Di êrîşê de gelek ciwan birîndar bûn. Li bajarê Freiburg ev êrîş hate protestokirin.

Meşa Dirêj (Lange Marsch) a ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê kirî û ber bi bajarê Strasbourg ê Fransayê ve ber bi pêş diçe, di roja 4’an de rû bi rûyê êrîşa polîsên Elman ma.

Di navbera bajarên Offenburg û Lahrê de, êrîşî çalakvanan hate kirin, gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.

Li ser vê yekê, çalakvan îro li Freiburgê car din hatin ba hev.

Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj û rêxistinên ciwanan, têkildarî bûyerê daxuyanî dan çapemeniyê û êrîşa polîsên Elman şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşa li ser meşê, biryareke polîtîk e û hat diyarkirin ku xebatkarên çapemeniyê tên astengkirin û ji bo tedawiyê destûrê nadin birîndaran.

Hat diyarkirin ku di dema meşê de heta Navenda Çanda Kurd mudaxileyî muzîk û mîkrofonan hate kirin û wiha hate gotin: “Dema em gihiştin deriyê navenda çandê, êrîşa polîsan destpê kir û gelek hevalên me hatin binçavkirin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate bilêvkirin: “Serê me şikest, li ser pişta me birîn hebûn lê dîsa jî nehiştin ambulans werin. Em neçar man xwe bi derfetên xwe tedawî bikin.”

Komîteya Amadekar diyar kir ku tevî êrîşa polîsan jî ew ê meşa xwe temam bikin û got, “Tevî her tiştî em 15’ê Sibatê li Strasbourgê bin. Ciwan hêza şoreşa gel e û polîsên Elman vê yekê dizanin, lewma dixwazin meşê rawestînin. Lê belê serketin a me ye.”

Meşa Dirêj ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo bal kişandina ser têkoşîna gelê Kurd, her sal li qadên cuda yên Ewropayê tê lidarxistin. Tê plankirin ku 15’ê Sibatê meşa dirêj li Strasbourgê bi dawî bibe, lê belê mîna salên borî dîsa rû bi rûyê astengî û êrîşan ma.