Meşvanan banga ketina tevgerê li CPT û NY kir

Qonaxa yekem a Meşa Dirêj a bi sedan rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê ya li dijî Komploya 15’ê Sibatê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" ji Cenevreyê ber bi Strasboûrgê ve bidawî bû.

Meşa Dirêj a yekîtiya neteweyî ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" pêk tê, bi beşdariya zêdeyî sed rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyan li Swîsreyê îro destpêkiribû.

Zêdeyî sed rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Meşa Dirêj a ji Cenevreyê ya ji bo bidawîkirina tecrîd, azadiya Ocalan û naskirina statuya Kurdistanê bûn.

Qonaxa yekem a meşa dirêj li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê bi mîtîngekê bidawî bû.

Meşvanên Meşa Dirêj tevî daxwza ‘ji Ocalan re azadî, statu ji Kurdistanê re’ peyama “Li dijî komploya navneteweyî yekîtiya xwe ya neteweyî biafirînin û kompoyê têk bibin” hate dayîn.

Meş li pey pankarta “Ji Ocalan re azadî, statu ji Kurdistanê re” hate kirin û di belavokên hatine belavkirin de bal hate kişandin li ser tecrîda li dijî Ocalan.

REWŞENBÎR KILIÇASLAN: PÊDIVIYA ME BI AZADIYA OCALAN HEYE

Li pêşiya ofîsa NY a Cenevreyê piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Li vir axaftin hatin kirin û nerazîbûn nîşanî Komploya 15’ê Sibatê hate nîşandan û hate gotin ku berî demekê divê Ocalan azad bibe.

Rewşenbîr Gulay Kiliçaslan axivî, komplo şermezar kir û got; “Ji bo aştiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pêdivia me bi felsefe û azadiya Ocalan heye. Em bang li hêzên navnetewî yên di komployê de cih girtin dikin ku ji şaşiya kirine paşve vegerin.”

BANGA KETINA TEVGERÊ LI SAZIYÊN RAYEDAR HATE KIRIN

Li ser navê saziyên beşdarî meşê bûne axaftin hatin kirin û hate gotin ku Ocalan bi berxwedana xwe ya li ÎmraliYê komploya navnetewî vale derxistiye û ji bo azadiya fizîkî divê hê bêhtir têkoşîn were kirin.

Çalakgeran li dijî tecrîda li ser Ocalan banga ketina tevgerê  li Konseya Ewropa, NY û CPT kirin. Çalakgeran wiha gotin; “Gelê Kurd dizane Ocalan azad nabe ew bi xwe tu caran azad nabin”.

RÊGEHA MEŞÊ

Piştî mîtîngê roja yekem a meşê bidawî bû. Bi biryara komîteya amadekar meşa dirêj ya îsal tenê wê li navendên bajêr be. Di vê çarçoveyê de Meşvanên Cenevre-Strasboûrg wê roja Sêşemê li Lozanê, 12 Sibatê li Bernê, 13’ê Li Baselê bimeşin û roja 14’ê Sibatê jî bi otobusan ber bi bajarê Fransa Strasboûrgê ve bikevin rê.

Li aliyê din meşvanên meşa dirêj bi armanca balê bikêşin li ser girîngî û wateya meşê wê bi gelek saziyên rayedar û partiyên siyasî re hevdîtinan bikin.