Starta Meşa Dirêj ji Cenevreyê dest pê kir

Meşa Dirêj a yekîtiya neteweyî ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" pêk tê, bi beşdariya zêdeyî sed rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyan li Swîsreyê dest pê kir.

Li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serhildana bi milyonan mirovî roj bi roj mezin dibe.

Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe her sal beriya meş û mîtînga mezin a li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, mîna li gelek welatan li Swîsreyê jî Meşeke Dirêj a ji bo 4 rojan pêk tînin.

Zêdeyî sed rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" li bajarê Cenevreyê dest bi Meşa Dirêj a ji bo 4 rojan kirin.

Meş bi şiyara "Em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, Rêberê xwe azad bikin", "Li dijî komploya navneteweyî yekîtiya xwe ya neteweyî biafirînin" tê lidarxistin.

Meşê li qada Place de Neûve ya Cenevreyê bi civîneke çapemeniyê dest pê kir.

Meşvanan pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" û posterên Ocalan hildan.

KOÇ: DAWÎKIRINA KOMPLOYÊ TÊ WATEYA RAWESTANDINA DAGIRKERIYÊ

Di daxuyaniya civînê de Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û got: “Dixwazin di şexsê Ocalan de dixwazin vîna gelê Kurd tine bikin û testlîm bigirin. Di pêvajoyeke wiha de ku tevlî berxwedan û sekna Rêber Apo ya di vê pêvajoyê de bûn, tê wateya ku ji dagirkeriya li Rojava û Kurdistanê re bêjî rawest e. Ev ne tenê erka civakê ye ev erka hemû gelê Kurdistan û demokratên şoreşger ên Tirkiyeyê ye.

‘BI BERXWEDANA HEVKAR A GELAN TECRÎD DIKARE BÊ ŞIKANDIN’

Bi vê hişmendiyê pêkanîna yekîtiya netewî, pêşxistina demokrasiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo li dijî komploya navneteweyî û kûrkirina tecrîdê ji Cenevreyê heta Strasbûrgê meşa dirêj didin destpêkirin. Li gel şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyî, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, akademîsyen û dostên xwe yên Swîsreyî bi hev re em ê komployê û tecrîdê vegerînin vîna berxwedana hevpar a gelan.”

 ‘OCALAN BÛYE HÊVIYA GELÊN CÎHANÊ’

Koç anî ziman ku felsefeya Ocalan ne tenê j ibo Kurdistan û Rojhilata Navîn heman demê ji bo gelên cîhanê jî bûye hêvî û diyar kir ku berxwedana Ocalan a li Îmralî û têkoşîna gelê Kurd heta astekê kariye komploya navneteweyî vala derbixe.

Koç bibîr xist ku di qonaxa heyî de ji bo çareseriya pirsa kurd a adil û demokrasiyê û dîsa pêşketina demokratîkbûna Tirkiyeyê divê Ocalan bê azadkirin û got: “Erkê serekî yên ku dixwazin aştî li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk bînin ew e ku divê ji bo azadiya Ocalan tev bigerin û qîr bikine.”

DAYIKA XELEF: OCALAN JI BO MIROHIYÊ TÊDIKOŞE

Dayika siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef ku ji aliyê dewleta Trik û çeteyên wê ve hatibû qetilkirin, Sûad Mûstafa di çalakiyê de axivî û ev tişt got; “Li vê cîhanê her kesê ku bi navê mafên mîrovan têdikoşe baş bizane ku, Rêber Apo tenê ji bo gelê Kurd têkoşîn nake, ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe. Lê ev cîhan hê jî li dijî komployê bêdeng e.

Banga me ji bo mirovahiyê hemûyan e, ji bo Netewên Yekbûyî ye, ji bo her kesê ku mafê mirovan diparêze, ya herî girîng banga me ji bo CPT ye. CPT dibêje li dijî êşkenceyê têdikoşe, em jî ji wan re dibêjin hûn li kune, serokê mirovaiyê 21 sal in dibin tecrîdê de ye... hûnê heta kengê çavê xwe ji vê zilmê re bigrin? Lê ji bîr nekin, em ê ji bo Rêbertiya xwe têbikoşin û tu caran gav paşve navêjin. Heta Rêber Apo azad nebe, ti caran gelên Tirkiye û Rojilata Navîn azad nabe.”

RÎELLE: MAFÊN BINGEHÎN TÊ REDKIRIN

Parlamentera Parlamentoya Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsre (SP) Laûrence Fehlman Rîelle jî axivî û wiha got; “Ez ji bo piştevaniya bi gelê Kurd û daxwaza azadiya Ocalan li virin.” Di sedsala 21’an de jî mafên bingehîn yê gelê Kurd hê ji nedîtive tên yan jî tê redkirin em vêya tu caran qebûl nakin.”

‘JI BO AZADIYÊ DIVÊ TÊKOŞÎN GEŞTIR BIBE’

Piştre li ser navê Tevgera Jinan a Kurd û SYKP axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin û ji bo azadiya Ocalan hate gotin ku divê têkoşîn li her qadê were geşkirin.

Piştî axaftinan starta meşa dirêj a 4 rojan ku wê li bajarê Swîsreyê pêk were hate dayîn. Meşvan bi pankarta “Ji Ocalan re azadî, statu ji Kurdistanê re” meşiyan û bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” berz kirin.

Qonaxa yekem a meşa roja îro wê li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî ya li Cenevreyê bi mîtîngekê bidawî bibe.