Meşa Parîsê dest pê kir: Dawî li vê şermê bînin!

Meşa ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, dest pê kir.

Ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurdan a Fransayê (CDK-F) li Parîsê bi hezaran kes kom bûn.

Malbatên şehîdan, endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, nûnerên partiyên siyasî yên Fransayê û gelek tevgerên polîtîk tevlî çalakiyê bûn.

Kurdistanî li Gare Du Nord a Parîsê kom bûn. Rêxistinên femînîst, Komeleya Hevgirtina bi Kurdistanê, MRAP, Partiya Antîkapîtalîst, Sendîkaya Solîdaîres a Partiya Çepgir, Partiya Komunîst jî di nav de gelek tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê jî piştgirî dan çalakiyê.

Hûgo Volpeî li ser navê ÛCL’ê axivî û bang li dewleta Fransayê kir û got “Dawî li vê şermê bînin û edaletê pêk bînin. PKK’ê ji nav lîsteya rêxistinên terorê derxînin.”

Çalakvanan bi pankarta ‘Heta ku edalet di tariyê de bimîne wê Fransa sûcdar e’ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin.

Meş ber bi Qada Repûblîqûeyê didome û wê li qadê mîtîngek were lidarxistin.