Meşa Mannheîm-Strasboûrgê rojek li dû xwe hişt

Ji bo protestokirina 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê ji Mannheîmê meşeke dirêj hatibû destpêkirin.

Ji bo protestokirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatibû destpêkirin, îro li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê meşek hate destpêkirin.

Meşa ku li Mannheîmê hate destpêkirin vê evarê li bajarê Scwetzîngenê navber da.

Meşvan wê sibê saet di 09.00’an de dîsa dest bi meşê bikin.