Meşa li Stûttgartê bi dirûşmeyan didome

Meşa li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li Stûttgartê di roja duyemîn de didome. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re Azadî” û “Es Liebe Ocalan” hate berz kirin.

Meşa li Stûttgartê ya li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya ku ji aliyê Federasyona Civaka Kurdistan (FCK) ve hatî organîzekirin di roja duyemîn de didome.

Roja yekem a meşê duh  li Bad Cannstatt Bahnhoffê temam bû. Îro saet 12:00’an Kurdistanî li heman qadê kom bûn û ber bi Stûttgart Bahnhofê ve meşiyan. Di roja yekem de meşvan 8 kîlometre meşiyabûn û îro jî wê 5 kîlometre bidome. Îro MLPD beşdarÎ meşê bû û peyama piştevaniyê da.

Welatiyên li derdor eleqeyek mezin nîşanî meşa FCK’ê da. Di meşê de bê navber “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re Azadî” û “Es Liebe Ocalan” hate berz kirin.