Meşa li Başûrê Fransayê di roja 2’an de ye

Meşa dirêj a 3 rojan ya li Başûrê Fransayê di roja 2’an de didome.

Meşa dirêj a 3 rojan ya Kurdistaniyên li bajarên Başûrê Fransayê dijîn di roja 2’an de didome.

Meş duh bi beşdarbûna 143 kesan ên ji Marsîlya, Bordeaûx, Montpellîer, Dragûnayn û Toûloûse destpê kir. Îro bi beşdarbûna 147 kesan didome.

Çalakiya ji bo piştgirîdayîna berxwedêrên greva birçîbûnê wê li Marsîlyayê bidawî bibe.

Kurdistanî saet 10:00’an li Qada Marîgnane li hev civiyan û meşiyan.

Rojnameya La Provence, La Marseîllaîse, Înfo Marîtîme û ajansên xwecihî eleqeyek mezin nîşanî meşê dan. Ji bo dezgehên çapemeniyê têkildarî tecrîd û berxwedanê agahî hate dayîn.

Meş wê îşev li ketina Marsîlya St antînoneyê bidawî bibe. Girse wê sibê li heta Marsîlya Jolîettê bimeşin û mîtîngekê lidarbixin.