Meşa Dirêj wê 29‘ê Gulanê ji Dortmûndê dest pê bibe

Beşê Elmanyayê yê Meşên Dirêj ên bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê wê li 6 welatan bên lidarxistin wê 29‘ê Gulanê li Dortmûndê dest pê bike û 1‘ê Hezîranê li Dusseldorfê bi dawî bibe.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê wê li 6 welatan meşan li daran bixin. Ciwanan zend û bend badane, amadekariya meşê dikin.

Rêxistinên ciwanan ên li Elmanyayê jî 29‘ê Gulanê li Dortmûndê dest bi meşa dirêj dikin. Meş wê 1‘ê Hezîranê li Dusseldorfê bi dawî bibe. Bajarên Essen û Duîsburgê jî di nav plansaziya meşê de ne.

Rêxistinên ciwanan gotin ku gerîlayên HPG’ê nêzîkê 50 roj in li dijî êrîşên bi kîmyewî û tank û top ên dewleta Tirk ên bi piştgiriya NATO’yê li ber xwe didin û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin ku xwedî li têkoşîna rûmetê derbikevin.

Rêxistinên ciwanan bi daxuyaniyeke nivîskî banga parastina Kurdistanê kirin û wiha gotin: “Gava mirov van êrîş û hewildanên dagirkirinê tevan bide ber çavên xwe, tiştê ku divê ciwan û gelê me bikin diyar e. Divê gelê me bi pêşengiya ciwanên her tim bi fedakariyeke mezin û bi ruhê Apoyî di eniyên li pêş cih digirin, tev li her çalakiyê bibe.  Pêşengiyeke ciwanan a ji pêvajoyê re bibe bersiv divê. Gerîlayên bi awayekî bêhempa li ber xwe didin, hêz û moralê xwe ji gelê me digirin. Em li ser vî esasî bi çalakiya meşa dirêj a  ji bo derketina xwedî li berxwedana destanî ya gerîlayan a û bûyîna bersiv ji şerê li her çar parçeyên Kurdistanê em ê li dar bixin bang dikin ku hemû Kurdistanî û dostên wan tev li çalakiya Meşa Dirêj bibin, parastina Kurdistanê bikin. 

Têkildarê organîzasyona Meşa Dirêj ev agahî hatin dayîn:

Roja kombûna li ba hev

28’ê Gulana 2022yan roja Şemiyê

Bornstrasse 166 44145 Dortmûnd

Saet: 18.00

RÊGEHA MEŞÊ

Roja Pêşîn

29‘ê Gulana 2022‘yan roja Yekşemiyê

Dortmûnd

Roja Duduyan

30’ê Gulana 2022‘yan roja Duşemiyê 

Essen

Roja Sisêyan:

31‘ê Gulana 2022‘yan 

Duîsburg

Roja Çaran:

1‘ê Hezîrana 2022‘yan roja Çarşemiyê 

Dusseldorf