Meşa Dirêj di roja çaremîn de ye
Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Parîsê destpê kir, di roja 4’an de li bajarê Vannes ê Fransayê berdewam kir.
Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Parîsê destpê kir, di roja 4’an de li bajarê Vannes ê Fransayê berdewam kir.
Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, bi xwepêşandan û çalakiyan dewam dike.
Meşa dirêj a 25 rojan ku ji paytexta Fransa Parîsê ber bi Strasboûrgê ve destpê kir, li bajarê Vannes ê Fransayê di roja 4’emîn de berdewam kir.
Meş li gorî saeta herêmî saet 13:00’an destpê kir heta saet 16:00’an Gambettayê berdewam kir.
Çalakgvanan di tevahiya meşê de bi hezaran belavok li gel û esnafan derdorê belav kirin. Çalakvanan esnaf û saziyên Fransayê jî ziyaret kirin û dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.
Çalakvanan di tevahiya meşê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber dirûşm berz kirin û ji bo agahdarkirina gelê Fransa yê bi hoparloran daxuyanî dan.
Piştî meşê çalakvan û dostên Kurdan bi coş û îradeya xwe li Qada Gambttayê li ber stranîn Kurdî govend gerandin.
Piştre jî weke bajarên berê qertên ku hatibûn îmzekirin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda girankirî de ye, şandin.
Meşa dirêj wê 25 rojan bidome û fînala wê di 17ê Sibatê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê pêk bê û qonaxa roja Înê jî li Nantesê bê lidarxistin. Li Nantesê jî saet di 18:00 de civîneke gel û konsereke muzîkê wê bê lidarxistin.